Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
- aborî-ked
- 09:03 03/12/2022
Xebatkarên navenda bangewaziyê ku rastî mobbîngeke giran tên, Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirin.
Xebatkarên navenda bangewaziyê ku rastî mobbîngeke giran tên, Tora Piştevaniyê ya Xebatkarên Navenda Bangawaziyê ava kirin.
Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Ked û Civakî Cemalettîn Yuksel da zanîn ku ji bo kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL dê bi ser navê “Bila kêmtirîn mûçe di asteke layiqî rûmeta mirovan de be” kampanyayê bidin destpêkirin.
KESK’ê têkildarî budçeyê daxwazên xwe eşkere kir û dê di 17’ê kanûnê de mitînga “Ne hilbijartin, em budçeyê dixwazin” li dar bixe.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ku têkildarî qezaya kar a bû sedemê ku di înşaeta mizgeftê de 2 kes jiyana xwe ji dest bidin axivî, diyar kir ku divê lêpirsîn bi awayekî vekirî û zelal were birêvebirin, kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin, li dijî kesên berpirsyar jî cezayên pêwîst bên dayîn.
Ji 20 karkerên ku di encama hilweşîna îskeleya Mizgefta Esentepe ya ku li Êlihê tê çêkirin de birîndar bûbûn 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê ji sedî 10,5’an daxist ji sedî 9’ê.
Li Amedê zarokên ku li pîşesaziyê û kolanan dixebitin bi lêv kirin ku ji "bêgavî" dixebitin.
Pisporê Ewlehiya Kar Kadrî Salaz anî ziman ku kesên ji bêgavî ji bo kar diçin bajarên mezin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Salaz, diyar kir ku mirov dikare pêşî li ber van cînayetan bigire û wiha got: "Em ji ber bêtevdîriyê dimirin."
Di şewata li razanxaneya karkerên li Şantiyeya Navenda Fînansê ya li navçeya Ataşehîrê dixebitin derket de karkerê bi navê Ûmût Oydaş jiyana xwe ji dest da, 3 karker jî bi giranî birîndar bûn.
TUÎK’ê da zanîn ku di çaryeka salê de rêjeya bêkariyê bûye ji sedî 10.
Euro îro bû 19,08 lîre û di nava meha dawî de gihişt asta bihayê xwe ya herî bilind.
Cotkarên ku li navçeya Pirsûsê pembû danîne, diyar kirin ku pembûyê wan bi 11-12 lîreyî jî naçe û gotin: "Ger wiha bidome em ê dest ji cotkariyê berdin."
Wezîrê Xizîne û Darayî Nûreddîn Nebatî li Komîsyona Plan û Bûdçeya Meclisê hat protestokirin. Parlamenteran di ketina Nebatî ya komîsyonê de dovîza “Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê” vekirin.
Li gorî TUÎK’ê, rêjeya bêkariyê ji sedî 0,3 zêde bû û derket ji sedî 10,1’an. Bi vê yekê re di meha îlonê de rêjeya bêkariyê dîsa derket cotreqeman.
Li navçeya Miksê bi navê “Sêvên Çalê” sêv tên binaxkirên û ji bo ku di mehên biharê de bên xwarin, di bin axê de hatin veşartin.