Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin
- aborî-ked
- 09:25 16/4/2018
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku îsal ji ber îxracên karmendan, xebatên bê ewle, polîtîkayên şer, kedxwariyê û tundiya li ser karkeran 1'ê Gulana 2018'an gelek girîng e û wiha got: "Em dê îsal 1'ê Gulanê bi ruhê Newrozê pîroz bikin."