Operatorê di bin forkliftê de ma jiyana xwe ji dest da
- aborî-ked
- 10:54 15/10/2018
Operatorê forkliftê Yilmaz Yuca yê 48 salî li Çayirova ya Kocaeliyê dema kar dikir di bin forkliftê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Operatorê forkliftê Yilmaz Yuca yê 48 salî li Çayirova ya Kocaeliyê dema kar dikir di bin forkliftê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Xwediyê Şîrketa Turîzm û Otelvaniya Alkoçlar a 3 otelên ku 1400 doşekê wan heye Ender Alkoçlar, konkordato xwest. Alkoçlar, di daxwaznameyê de xwest deynê wî 9 mehan taloq bike û dayîna deynan bike 3 taksît.
Berdevkê Hewldana Komeleya Karkerên Ked û Rûmetê Mûstafa Adnan Akyol, xwes ku Wezareta Xebatê pirsgirêkên karkerên înşaetê li şûna bi patronan re çareser bike bi karkeran re çareser bike. Ji bilî lihevkirina bi karkeran re tu çareseriyek din tuneye.”
Kedkarên bi KHK'yan hatin mexdûrkirin diyar kir ku kîjan roj be jî ew ê dîsa biçin ser karê xwe û gotin: "Lê dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?"
Li navçeya Karabaglarê, karkerê înşeatê ji ber meaşê wî nedanê hewl da întihar bike.
Karkerê bi navê Salîh Ataoglu yê li Edliyeya Bayrakli ji ber gaza karbondîoksît jehrî bû jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê "lêçûnên din" û "pereyên sergirtî" de lêçûnên veşarî yên pir zêde dike û îktîdar van pereyan li hevkarên xwe belav dike.
Piştî ku kaxez û qalibên çapkirinên ji sedî 300 zem xwarin, rojnameyên herêmî yên li Dîlokê hindik maye weşandinê rawestînin.
Hosteyê xeratiyê Mehmet Tûtûş, destnîşan kir ku malzemeyên sektora wan di 6 mehan de ji sedî 60 biha bûn û got: "Ger wisa dewam bike, em ê ji mecbûrî derabeyên xwe deynin."
Omer Namoglû ku 27 salan wekî karmend di Şaredariya Colemêrgê de xebitî û bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo debara xwe bike tevî hevjîna xwe li herêma Berwariyê darên gûzan dihejîne û gûzan berhev dike.
Li Tirkiye her ku diçe krîza aborî kûr dibe. Aborînas Nîlgûn Erdem, diyar kir ku 240 milyar dolar deynê derve li Tirkiyeyê ye û vê carê rojên pir diwar li pêş karker, esnaf û kedkaran e.
Karkerên ku ji ber heqedesta wan nayê dayîn 16 roj in li ber înşeata lê dixebitîn dest bi çalakiyê kirine gotin: "Ne 16 roj, 16 sal be jî heta em heqê xwe nestînin em ê neçin."
Li Licê ku tim qedexeya derketina derve tê îlankirin, pevçûn, operasyon û bombeberan pêk tên piraniya rezan hişk bûn, lê ên hişk nebûn jî berdariya wan kêm bûye. Li navçeyê berê wextê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de karê ser mehsera diqede.
Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine."
Li Mêrsînê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû, masîvan berê xwe dan behrê. Masîvanan, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazotê rewşa wan xirab e û hinek masîvan jî ji ber heqê mesrefên xwe dernexistin qeyîkên xwe firotin.