Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê mexazeya xwe ewil vekir
- aborî-ked
- 09:15 30/3/2019
Li Edeneyê Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê ku ji bo destekê bide hilberînerên biçik û berên xwezayî bê navbeynkaran bigihîne welatiyan, mexazaya xwe ya ewil vekir.
Li Edeneyê Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê ku ji bo destekê bide hilberînerên biçik û berên xwezayî bê navbeynkaran bigihîne welatiyan, mexazaya xwe ya ewil vekir.
Tê gotin li Heskîfê, ji ber krîza aborî xebatên rûxandinê hatine rawestandin.
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê diyar kir ku ew ê di hilbijartina xwecihî de li cem siyaseta ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî faşîzmê azadiyê biparêz in cih bigirin.
Ebûbekîr Ozgur ku ji DEDAŞ'ê îstifa kir diyar kir ku DEDAŞ "bedêla xerckirina pêvekî" û "qaçaxê" zêde li aboneyan bar dike. Ozgur, destnîşan kir ku li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Êlih û Rihayê di nav salekê de bi 2 milyon û 300 fatûreyî hatiye lîstin û bi awayekî neheqe 100 milyon lîre pere hatiye bidestxistin.
Di serdema duyemîn a sala 2018'an de ceyran ji sedî 22.6, xaza xwezayî ji sedî 27 zem bû. EMO têkildarî buhayê ceyran û xaza xwezayî daxuanî da û got: "Di 17 salên îktîdara AKP'ê de ji derziyê heta ta her tişt kirin.
Di nava bajarên herî zêde betal lê tijene bajarê Wanê ye. Welatiyên belat, diyar kirin sedema vê tenê heskirina meqamê ye û berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye.
Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û got: "Lê belê wê di Nîsana 2019'an de fatûreyeke giran derkeve holê."
Li Wanê esnafan diyar kir ku êdî ji ber krîza aborî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û wiha gotin: "Bi taybetî jî sektora înşeatê êdi têk çûye."
Li Bedlîsê ku hejmara kesên betal pir zêde ye, hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Welatiyên li qehwexane û çayxaneyan rûniştîne li ser krîza aborî û koçberiyê sohbetê dikin.
Karkerên endamên Sendîkaya Dev Turîzm ÎŞ ên di Spor A.Ş. ya Şaredariya Karabaglarê de dixebitin, ji ber peymana TÎS'ê encam negirt 21 rojin ji bo parastina mafên xwe di grevê de ne. Karker Sadullah Ozmen, diyar kir ku heta daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Îktîdara AKP'ê, di her hilbijartinê de soz dide ku wê Cobarê Bedlîsê îsleh bike. Lê belê cobar qet nehatiye îslehkirin û niha veguheriye çopgehekê. Her wiha tesîreke neyînî jî li tenduristiya gel dike.
Karkerên Flormar ên ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatin avêtin û 297 rojin li ber fabrîqeyê di çalakiyê dene û li ber xwe didin, qezenc kirin. Karkerên, beşek mafên xwe girtin, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Serokê Giştî yê Çandiyarên Tirkiyeyê (TZD) Huseyîn Demîrtaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî çandinî hatiye binpêkirin û piraniya ber û berhemên berê difirotin îro dikirin.
Esnafên bazara li Bûcayê, bilêv kirin ku dewletê ew qedandine û dixisirin. Krîza aborî, her diçe kûrtir dibe. Esnafên Bazara Semtê ya Firatê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, destnîşan kirin ku rewşa bazarê û rewşa wan ne tu rewş e.
Li Gundê Evdîlmamê yê Qoserê îsal welatiyên garis çandin, ji ber baran zêde bariya û bi erzanî hat firotin, rençberan garistên xwe dereng çinîn. Welatiyên garis di şiliyê de çinîn jî nêvî weşiyan û di zeviyê de man.