Rehetî ji Seyarfiroşan re tune
- aborî-ked
- 09:05 30/7/2019
Li Mêrsînê welatiyên ji bo debarê bikin seyarfiroşiyê dikin, bi zabitayên şaredariyê re di nava sergêşî û serêşê de ne. Zabita destûr nadin ku seyarfiroş karê xwe bikin û wan asteng dikin. Seyarfiroşan diyar kirin ku ne ji neçarî be vî karî nakin û wiha gotin: "Kar tune em betal in. Ji bo em debara xwe bikin em ji neçarî vî karî dikin."