Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
- aborî-ked
- 13:30 05/12/2019
Banqaya Navendî ku polîtîkaya kûr û diravê ya sala 2020'an aşkera kir, hejmara civînên Lîjneya Polîtîkaya Diravê ku biryara faîzê girtibû ji 8'an derxist 12'an.
Banqaya Navendî ku polîtîkaya kûr û diravê ya sala 2020'an aşkera kir, hejmara civînên Lîjneya Polîtîkaya Diravê ku biryara faîzê girtibû ji 8'an derxist 12'an.
Îsal bereketa zeytûnên Nîzîbê kêm bû. Hilberîneran, anî ziman ku ev ji ber guherîna avhewayê ye û gotin: "Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e bereket ev qasî hindik e. Car caran nêdvî nêvî kêm dibû, lê îsal ji 4 paran parek (Ji sedî 75) kêm bûye. "
Agiriyan, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên AKP'ê ne û gotin: "Ji bo çûyîna axa Sûriyeyê tu sedemeke Tirkiyeyê tuneye. Erdogan ji bo îktîdara xwe welat ber bi şer ve bir. Û bedêla vê jî gel dide."
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku di butçeya sala 2020’an de ya li Meclîsê hat qebûlkirin, bi rêjeyek mezin bacan ji xerckirina eskerî re veqetandine û li dijî vê yekê dê di 8’ê kanûnê de li Bakirkoyê mitîngek li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ava vexwarinê ji 2 TL'yan kir 6.25 TL.
Karkerên înşaatê ku 7 meh in heqê wan nayê dayîn, 11 roj in li Bakirkoyê li ber ofîsa navendî ya Koma Şîrketan a Gentesê li ber xwe didin. Karkeran, got: "Em zanibin em ê li derve jî bimînin, lê heta em meaşê xwe wernegirin em ê neçin malê."
Rêxistinên pîşeyî di sembozyuma li Stenbolê de xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin û bal kişandin zer aliyê neyînî yên zagonê. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, xwest zagona heyî bi tevahî bavêjin ser sergo û bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin.
Esnafên Çarşiya Şewitî ya Sûrê, diyar kirin ku piştî rûxandina li navçeyê kes nemaye û gotin: "Dilê Amedê, Sûr bû. Dilê bajêr hilqitandin."
Esnafên Pasaja Çarşiyê ya Mêrsînê, ji ber krîza aborî bê serfetih dikanên xwe digirin.
Aborîzan Îzettîn Onder, rewşa aboriyê şiband wesayîteke firênteqiyayî û got: "Pereyê ku pê deyn tên dayîn, tenê bi awayekî demborî aboriyê rihet dike, lê belê faîza wê welat dişêlîne."
Çalakiya karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kat hatin derxistin, 508 roj in didome.
Zekî Îpek ku li navçeya Rêya Armûşê pezê xwe diçêrîne, anî ziman ku zivistan hatiye lê belê ji ber krîza aborî û bihaûna fiyetên kayê hîn jî heywanên xwe nexistine axuran.
Li Şirnexê, li gorî sala çûyî ji sedî 30 bihayê komirê kêm bûye, lê ligel vê jî kes komirê nakire. Esnafan diyar kir ku pereyê komira difiroşin, nikarin bigirin û gotin, ev yek ji ber bêkariyê ye.
Li Konyayê oste Fatîh S. yê ku îşkence li şagirtê xwe yê 16 salî M.A., kir, serbest hat berdan.
Li Tirkiyeyê 3 milyon û 614 hezar sûriyeyî dimînin. Ji vana tenê destûra 31 hezar û 185 kesî heye ku bixebitin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, anî ziman ku ji bo karkerên penaber karibin destûra xebatê bigirin, divê 8 salan wekî "koleyên modêrn" bixebitin û serê xwe li ber patrona bitewînin û aktivîsta mafên penaberan Nûrgul Elçîk jî, diyar kir ku nexasim jî penaberên jin wekî "kirdeyeke pasîf" tên dîtin.