• img

    ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’

    Hevseroka Odeya Endezyaran a Madenê ya Şaxa Amedê Esra Çîçek Mercan têkildarî Roja Têkoşîna Li Dijî Cînayetên Kar got ji ber dewlet pêşî li cînayetên kar nagire her ku diçe hejmara cînayetên kar zêdetir dibin.

  • img

    Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine

    Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezolgû, diyar kir ku ji bo pêşî li bêkariyê bê girtin divê polîtîkayeka istîhdamê ya mayînde û pergaleke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê bê afirandin û ev tişt got: "Divê polîtîkayên kedxwariyê bên terkandin."

  • img

    'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'

    Egîtîm Sen'ê li Peyasa Amedê Civîna Lijneya Giştî û li Mêrdîn û Şirnexê jî kongreyên xwe pêk anîn. Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Şîrîn Gurbuz, diyar kir ku civak bi pergala kabileyê tê birêvebirin û wiha got: "Divê tecrîd û tundiya li ser civakê bi dawî bibe."

  • img

    Bihayê benzîn û motorînê zêde bû

    Di biryarnameya bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat weşandin de, 15 quriş bihayê benzîn û motorînê zêde bû.

  • img

    KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên

    KESK'ê encama lêkolîna têkildarî 8'ê Adarê amade kiribûn aşkere kir. KESK'ê diyar kir ku nevîyê jinên ku tevli anketa KESK’ê ya “Lêkolîna Pirsgirêkên Bingehîn a Kedkarên Jin ên li Cihê Kargeriyan" bûne diyar kirine ku li cihê kar ji ber zayendiyê rastî tundiyê tên û ji sedî 92’ê jinan jî diyar kirin ku rastî tundiyê tên.

  • img

    Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin

    Aborîzan Prof. Dr. Îzettîn Onder, destnîşan kir ku ji ber gotin û polîtîkayên îqtîdarê mirov bê çare û alternatîf dimînin û got, polîtîkayên neolîberal û rewşa aboriya heyî mirovan ber bi întiharê ve dişînin.

  • img

    Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine

    Li Amedê, qeyûmên hatine tayinkirin 2 hezar û 328 karkerên endamên Sendîkaya Genel-ÎŞ'ê ji kar derxistine û her wiha heta niha ji karkerên doz vekirine 70 jê bi ser ketine, lê belê ew jî nikarin biçin ser karên xwe.

  • img

    Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê

    Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mitînga ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, daxuyanî dan û ragihandin ku heke daxwazên wan ên li dijî tundiyê ku ji 5 xalan pêk tên, neyên bersivandin dê di 17'ê Nîsanê de biçin grevê.

  • img

    'Nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê’

    Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê yên xebatkarên tenduristiyê yên li Zanîngeha Dîcleyê nehatine dayîn û ji ber polîtîkaya tenduristiyê ya îqtîdarê nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê.

  • img

    'Berpirsiyarê întiharan AKP ye'

    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e."

  • img

    94 karkerên Kale Pratt li dijî kedxwariyê li ber xwe didin

    94 karkerên Febrîqeya Kale Pratt a Îzmirê yên ku ji ber endamên sendikayê ne ji kar hatin avêtin, ji 13'ê sibatê heta niha li ber xwe didin. Karkeran anîn ziman ku heta karsaz sendîkayê qebûl bike, zextên li ser wan bi dawî bikin û heqê keda wan bidin wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

  • img

    Îktîsatvan Yilmaz: Daxistina faîzê fêdeyê li aboriyê nake

    Ji Zanîngeha Kasselê ya Alman Dr. Gaye Yılmaz, bal kişand ser Qeyrana Aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku daxistina faîzan a li ser hev dê nikaribe serfkariyê nava Tirkiyeyê kêm bike. Ji ber vê yekê nikare aboriya Tirkiyeyê baş bike.

  • img

    GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin

    Li Mêrsînê Komeleya Karkerên Bêewle hat avakirin. Serokê komeleyê Abdûlselam Kûtlû, diyar kir ku armanca wan ew e ku bêewlebûnê ji holê rakin û got, ew ê pirsgirêkên karkeran hel bikin.

  • img

    Di 20 rojî de 400 berfok firotine

    Li Wanê Nîhat Turktam, textên berfê yên bi navê Berfok bi tenekeyan çê dike. Turktam, diyar kir ku zivistana îsal ji bo wî zivistaneke bibereket bûye û got, di 20 rojî de 400 heb berfok firotiye.

  • img

    Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan

    Xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 3 meh in mûçeyê xwe yê sermayeya veberhênanê û nobetê ne girtine saetek dest ji kar berdan.

LÊGERÎN