Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
- aborî-ked
- 15:30 21/8/2020
Odeyên Tabîban, têkildarî belavbûna şewba kurevî Covît-19, li gelek navendan daxuyanî dan û diyar kirin ku eger tenduristiya hekîman û xizmetkarên neparêzin, dê nikaribin civakê jî biparêzin. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ji ber şewb gelek zêde bûye, barê wan pir giran bûye û êdî hekîm nikarin nefesê bistînin. Hekîm jiyana xwe ji dest didin."