Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
- aborî-ked
- 10:50
Ji ber qeyrana aborî buhayê zêr zêde dibe û ev jî bû sedem ku mirov berê xwe bidin îmîtasyonê ango teqlîdê. Zêrînger diyar dikin ku di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêr bûha bûye, di heman demê de firoşkarên teqlîdê radigihînin ku ev faîz di nava du salên dawî de zêde bûye.