Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî

img
AGIRÎ -  Li Agiriyê berhevkirina silqokê dest pê kir. Cotkaran ku bertek nîşanî fiyetê silqokê dan gotin ku kîloyek silqok nake bi nîv qedeh çay.
 
Li agiriyê berhevkirina silqokê dest pê kir. Li bajêr li ser 70 hezar dekarî silqok hatiye çandin. Li bajêr 27 hezar û 960 cotkar li Pergala Qeydê ya Cotkaran (ÇKS) qeydkirî ne. Piraniya van cotkaran silqok daniye. 
 
HILBERÎN KÊM DIBE
 
Agirî ku bi rêjeya silqokê a %16, li Tirkiye û Kurdistanê xwedî berhema herî berhemdar e, 367 hezar ton silqokê hildiberîne. Li gorî daxuyaniya fermî ya Kargeha Turkşekerê ji bo serdema 2023-2024'an, Agirî 42 hezar ton şekirê krîstal, 18 hezar ton melas û 112 hezar ton silqoka ter hilberandiye. Bihayê kirîna silqokê ji hêla kargehê ve tê destnîşankirin û bihayê kirîna silqoka sor a 2024'an 2,376 TL ye. Kargehê bihayê kirîna silqoka sor a 2025'an wekî 2,975 TL serê tonê, tevî prîma temamkirina kotayê, ragihand. Ji ber ku rêjeya ku ji hêla Turkşeker, kargehek dewletê ve hatî destnîşankirin, bi nîvê enflasyona salane re têkildar e û ji ber vê cotkar her sal dev ji çandiniyê berdidin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), hilberîna silqokê li seranserê welêt ji sedî 8,9 kêm bûye û hilberîna salane gihîştiye 23 milyon ton.
 
LÊÇÛNÊN COTKARAN
 
Remzî Genç (48) ê li gundê Kûpkirana Eyûppaşa yê girêdayî navçeya Agirî dijî, diyar kir ku wî îsal li ser 25 donim erd silqok çandiye. Genç diyar kir ku wan di meha Gulanê de dest bi çandinê kirine û piştî 15'ê Îlonê dest bi berhevkirinê kirine. Genç anî ziman ku wan bi cotkirinê dest bi çandinê kiriye û got: "Pêvajoya cotkirinê sê caran tê kirin. Ev di navbera 20 hezar û 25 hezart TL de lêçûn e. Piştre em tov diçînin. Min ji bo 25 donimên erdê xwe 5 kîlo tov bi kar anî. Min kîloyek tov jî bi 5 hezar TL kirî. Me ji bo vê qadê bi qasî 3 ton gubre bi kar anî. Me tonek gubre bi 25 hezar TL kirî. Min ji bo pêşîgirtina li giyayên zirardar bi qîmeta 36 hezart TL derman kirî."
 
ÇINÎNÊ BI PIŞTEVANIYÊ DIKIN
 
enç destnîşan kir ku ew bi destpêkirina demsala çinînê re ketine serdemeke bilez û got: "Em niha derbasî pêvajoya çinînê bûne. Berê, karker yek bi yek bi destan silqok radikirin. Niha, em ji kargeha şekir makîneyan kirê dikin. Em ji bo vê makîneyê rojane 5 hezart TL didin. Em wê li pişta traktora xwe girêdidin û silqokê berhev dikin. Makîne dê sê rojan li ser 25 donim erdê bixebite. Ez bi xwe tevrik û avdanê dikim. Em bi hevgirtina gundiyan berhev dikin. Em bi dorê berhemên ji zeviyan berhev dikin. Ger me cuda cuda pere bidaya wan, me yê îflas bikira."
 
Nevzat Sayar (55) diyar kir ku hikûmetê piştgiriya ku wan hêvî dikir nedaye û got: "Dema ku dema bacê tê hikûmet 40 perçeyan digire, lê dema ku dor tê ser bacê tenê perçeyekê dide. Ez teqawid bûme. Hemû maliyet ji sedî 40 zêde bûne, lê zêdebûna ku ji mirovan re hatiye dayîn di rêjeya 15-16 de maye. Ji ber vê yekê, ev zêdebûn bi kêrî çi tê?" 
 
Sayar destnîşan kir ku wî ji ber tengasiyên darayî silqok çandiye û got: "Min 50 donim silqok çand. Îsal min tenê 85 hezart TL derman kirî. Digel sotemeniya dîzel, gubre û tiştên din, min 240 hezar TL xerc kir. Îro kîloyek silqok ku me çandiye nîv qedeh çay nîne. Em ji bo qedehek çay 10 TL didin, lê kîloyek silqok 3 TL nîne. Ev enflasyon me perîşan kir." 
 
Cotkar Cevdet Sayar jî got ku ji ber lêçûnan û eflasyonê silqoka ku wna çandiye mesrefê xwe dernaxe.
 
MA / Omer Akin