ENQRE - Antropolog Sîbel Ozbudun têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku Tirkiye hêj jî mijarê weke pirsgirêka “terorê” digire dest.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi xebatên komîsyona li Meclisê hatiye avakirin didome. Niha her kes li bendê ye ku komîsyon û Meclis gavan biavêje. Antropolog Sîbel Ozbudun, têkildarî pêvajoyê axivî.
Sîbel Ozbudunê, diyar kir ku geşedanên niha li Tirkiyeyê tên jiyîn ji standartên pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî dûr in û got: “Di navbera nêzikatiya îktîdarê ya ‘tesfiyekirina terorê’ û têgeha siyaseta Kurd a ‘aştî û civaka demokratîk’ de ferqekî pir mezin heye. Bendewariyên her du aliyan, hev nagirin. Tu eleqeya tiştên tên jiyîn, bi tecrûbeya pêvajoyên aştiyê ya bi sedan salan a navneteweyî nîne.”
‘ŞERTÊN SEREKE TUNE NE’
Bi domdarî Sîbel Ozbudunê tecrûbeyên aştiyên yên bi dehan salan ên li Efrîqayê heta Amerîkaya Latîn nirxand û got: “Di pêvajoyên rasteqîn de hinek hêmayên sereke hene. Hewceye alî hev nas bikin, di mijara sedemên pevçûnan de divê kêm zêde fikrên wan ên hevpar hebin, pêvajo têkildarî çi de ye û dema pêvajo bi dawî bû dê çi bi dest bixin, hewceye di van mijaran de xwedî nêrîneke hevpar bin. Li hêla din divê şefafî, hesabdayîn, agahdarkirina raya giştî ya têkildarî pêvajoyê, xwedûrxistina ji dezenformasyon, manîpulasyon û provokasyonan, tevlikirina çavdêrên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl, cîbicîkirina peymanên di qonaxan de li ser lihev kirin û belkî jî ya herî girîng jî ew e ku divê gel û civakê qaneh bikin ku pirsgirêk bi rêya çekan çareser nabe. Bi taybet jî divê dewlet di pozîsyoneke ku aştiyê daxwaza dike de be.”
‘NELIHEVIYA KÛR’
Sîbel Ozbudunê, destnîşan kir ku Tirkiyeyê piştî çekberdana PKK’ê hêj jî xetên xwe bi aşkerayî pênase nekiriye û wiha pê de çû: “Bi awayekî nezelal dibêje ku ji bo Kurdan divê konfederalîzma demokratîk, komara demokratîk, komunalîzma demokratîk bixeb meriyetê. Tirkiye, yên li hemberî xwe tenê weke ‘rêxitinên terorê û dûvikên wê yên legal’ dibîne. Di navbera bendewariyên aliyan de nehliheviyeke pir mezin heye ku sererastkirina wê pêkan nîne. Hêviya Tirkiyeyê ew e ku PKK were fesixkirin û entegrasyona hêzên YPG/HSD’ê yên li Sûriyeyê ye. Guherîna statuya Kurdan di rojeva wan de nîne. Ji ber ku mijarê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne, têkildarî statûya Kurdan a heyî biqasî misqalê tiştek di serê wê de nîne. Belkî di mijara sererastkirin û efûyekî qismî ya têkildarî milîtanên PKK’ê tiştek hebe.”
Di berdewama axaftina xwe de Sîbel Ozbudunê bi bîr xist ku şêweyê avakirina dewletê ya unîter û monolîtîk ji destpêkê ve ye ji “Kart-Kurtê” veguheriye “Tirk û Kurd wekî goşt û nênikê ne” û wiha axivî: “AKP xwe dispêre alîgirên xwe yên neteweperest-muhafazakar û gotinên şoven ên weke ‘xwîna şehîdan li erdê namîne’ jî civakê jehrî dike.”
FAKTORA ÎSRAÎLÊ
Sîbel Ozbudunê bi lêv kir ku qelsiya dînamîkên civakî ji ber wê ye ku îktîdar her tiştekî krîmînalîze dike û wiha pê de çû: “Êdî hêzekî civakê nemaye. Du sedemên destpêkirina van hevdîtinan hene. Li gorî min a ewil ew e ku êdî tu hukmê Sykes-Picotê nemaye, sînor jinûve tên xêzkirin, hêzên emperyal li Rojhilata Navîn lîstikeke nû dilîzin û Tirkiye jî dixwaze Kurdan ji bo xwe ji ‘hêmaya gefê’ derxîne û qada xwe ya manewrayê berfireh bike. Tirkiye baş dizane ku nêzbûna Kurdan a Îsraîlê dê ji bo wê karesat be. Sedema duyemîn jî ji ber krîza aborî û zordestiya siyasî ya li hundir zêde bûye ku kedkar û gel felc kiriye û piştgiriya bi îktîdarê re qels dibe. Îktîdar jî dixwaze ji hilbijêrên neteweperest-muhafazakar re bibêje ‘min teror qedand’ û ji hilbijêrên Kurd re jî bibêje ‘min aştî anî’ û îktîdara xwe xurt bike. Heke ji dest were jî vê rewşê bi destûreke nû ya bingehîn konsolîde bike. Cambaziyeke xetere ye.”
Sîbel Ozbudunê pêvajoyên aştiyê yên li Amerîkaya Latîn bi bîr xist û got: “Yek ji kêmasiya herî mezin a li wir jî ew bû ku kesek li ser newekheviyê nesekinî. Her çend rêxistinên gerîlayan bi awayekî tesfiye bibin jî, aştiya hatiye kirin bi tu awayî jiyana xizanan, bêmal û bêmilkan, bindestan baş nekir. Ezyetên dikişandin ji wan re man. Dewletê, ji ber zext û îşkenceyên li xelkê sivîl û xelkê xwecihî kirin ‘lêborîn’ xwestin û ji bo bîranîna wan bîrdarî danîn. Li Tirkiyeyê dev ji ‘lêborînê’ berde, îktîdar sûcên xwe li aliyê din bar dike.”
MA / Firat Can Arslan