Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
- polîtîka
- 20:23 05/8
Piştî pêşnûmaya 12 alî ya di komisyona li meclisê de hat pêşkêşkirin, pêşnûma bi yekdengî hat qebûlkirin.
Piştî pêşnûmaya 12 alî ya di komisyona li meclisê de hat pêşkêşkirin, pêşnûma bi yekdengî hat qebûlkirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku hêviya wan ji avakirina komîsyona li Meclisê tê avakirin heye û got: “Bêyî tevkariya fikrî û polîtîk a Ocalan, çareseriyeke mayinde pêkan nîne.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê komîsyon pêvajoya heyî şefaf bimeşîne û di mijarên lihevkirî de civakê agahdar bike.
Di çarçoveya pêvajoyê de li Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê bi sedan hevdîtin bi gel re hatin kirin. Siyasetmedarên di hevdîtinan de cih girtin, gotin. "Gel ji AKP'ê bawer nake. Dixwaze îktîdar gavan biavêje."
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, di kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de bal kişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Rêya 3’yemîn, rêyeke ku mînakên wê di dîrokê de nîn e.”
ûncer Bakirhan ku diyar kir ku komîsyona li meclisê hatiye avakirin bi firsendeke dîrokî ye û bang li civaka sivîl kir ku di pêvajoyê de bi roleke aktîf rabibe û got, "Li Tirkiyeyeke demokratîk lihevhatina civakî û aştî ancax bi civaka sivîl re dikare were avakirin."
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ku ji bo girtiyên nexweş bang kir got, "Eger jiyana girtiyê nexweş xeteriyeke teqez bi xwe re bîne, divê înfaz heta ku baş bibe bê taloqkirin."
AKP’ê navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Partiya Yenî Yolê, navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin nirxan û wiha got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.” Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rovejê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Doganê, şewatên daristanan wek “eko-qirtkirin” pênase kir.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin got: "Serokê meclisê daxwazên me qebûl kir, dê di komîsyonê de piraniya wesfdar çêbibe. Em ê jî sibê 10 evalên xwe ji bo komîsyonê peywirdar bikin."
Ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Toqayev ve di navbera her du welatan de 20 Peyman hatin îmzekirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê jiyana mirovan “ji avê erzantir” e û got: “Berpirsiyarê herî mezin ê şewatan hikûmeta AKP’ê ye.”
Tulay Hatîmogullari ku li dijî şewata daristanan banga seferberiyê kir got, ''Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin.''
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.