ENQERE – Serokwekîlên Koma DEM Partiyê serdana CHP, Saadet Partî û DEVA'yê kirin. Di hevdîtinê de li ser helwesta demokratîk a li dijî tayinkirina qeyûman guftûgo hat kirin. 
	Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî Ozturk Turkdogan li Meclisê serdana Serokwekîlên CHP û Partiya Saadetê kirin.
	Her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê hevdîtinek bi parlementerên Partiya DEVA'yê Mûstafa Yeneroglû, Medenî Yilmaz, Seda Kaya Osen û Evrîm Rizvanoglûyê re jî kirin.
	Di hevdîtinê de li ser helwesta demokratîk a muxalefetê ya li dijî tayinkirina qeyûman danûstendin hat kirin. 
								


