Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
- rojane
 - 16:31 02/10
 
Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.0 erdhej çêbû.
					
					Di Behra Marmarayê de bi pileya 5.0 erdhej çêbû.
					
					Hesabê platforma X’ê ya rojnameger Dîcle Muftuoglû li ser daxwaza emniyetê ji hêla “Dewriyeya medyaya dijîtal” ve hatibû astengkirin. Îtîraza li dijî astengkirinê hate redkirin.
					
					Biryara kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dihatin darizandin, hate rakirin.
Nûnerê Komeleya Hiqûqnasan Mehmet Melih Gulseren di komîsyona li Meclisê de axivî û got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên baweriyê xurt dikin bên avêtin. Divê sererastkirinên di Qanûna Înfazê, TMK û hwd. de bixin rojeva xwe.”
					
					Komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Bendava Tişrînê bombebaran dikin.
					
					Rojnameger Mûrat Verîm ku ji ber xebatên pîşeyî hatibû girtin, hate berdan.
					
					Bi ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re 27 sal derbas bûn. Plana NATO’yê ya “Serî ji bedenê jê bike” negirt û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo milyonan kesan bû hêvî.
					
					Hatibû îdiakirin ku Abdurrahîm Yuksel di hucreya yekkesî ya girtîgehê de întîhar kiriye. Di lêpirsîna têkildarî mirina Yuksel de biryara neşopnandinê hat dayin.
					
					El Suhan, serokê ji eşîrên ereb Sebxayê ku Abdullah Ocalan nameyek ji wan re şand got: "Peyama Abdullah Ocalan bangek bû ji bo xurtkirina piştgiriya gel û hemû eşîran a ji bo HSD'ê. Eşîrên ereb di nav HSD'ê de ne."
					
					Endamê OHD'ê Mehmet Altuntaş ku rexne li Komîteya Wezîran kir ji ber helwesta wê ya di warê "mafê hêviyê" de got: "Ev durûtî hêzê dide kesên ku dixwazin qanûnê bi awayekî keyfî bikar bînin."
					
					Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ku yek ji rêveberên kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" got: "Divê dewlet demıldest gavên qanûnî biavêje."
					
					Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk ku di dema qedexeya derketina kolanan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîteke zirxî hatibû girêdan û li erdê hatibû kaşkirin, cezayê hefsê dan Hatîce Çîftçî Goktepeyê.
					
					Abdullah Muhammed Çîçek ku li Colemêrgê ji dayik bûye, 46 salan bê nasname jiyaye. Çîçek dê ji ber vê were dersînorkirin.
					
					Li Bakurê Serhedê kampanyaya "Em aştiyê dixwazin ji ber ku" a DEM Partiyê rastî eleqeyeke mezin tê. Di demeke kurt de bi deh hezaran îmze hatin berhevkirin. Endama Meclisa Partiyê DEM Partiyê Sinem Seven got ku ev yek nîşan dide ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye tê pejirandin.
					
					Seyfûllah Şagban ê ku hevalê Serokê AKP'ê yê Wanê yê berê Emre Guray e, li Wanê 6 peywirên girîng bi hev re bi rêve dibe.