Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
- rojane
- 16:22 12
Mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dawî bû. Piştî mitîngê, ciwanan meş li dar xist.
Mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dawî bû. Piştî mitîngê, ciwanan meş li dar xist.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga “Azadiyê” ya li Êlihê de got: “Heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê ev pêvajoya dîrokî nekare bi çareseriyê biencam bibe.”
Welatiyên tev li mitînga “Civaka Demokratîk û azadiyê” ya Êlihê bûn, ji ber neavêtina gavên şênber dewlet û îktîdar rexne kirin û gotin: “Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawer in.”
Di mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya li Êlihê de postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin.
Di 10’ê Cotmehê de li Qoserê di malekê de şewat derket û hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan.
Fîlozofê Tûnisî Fathî Trîkî piştgirî da banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û got: “Kurd xwedî wî mafî ne ku azad û birûmet tev li jiyana sivîl û siyasî bibin.”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di mitînga “Azadiyê” ya Êlihê de axivî û got ku weke komîsyon dê di demekî nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Ev, mitînga birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin.”
Di encamnameya konferansa Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a li Mêrdînê hat lidarxistin de hat gotin ku bi polîtîkayên mijûlkirinê û bi zexta çekberdanê ya li Rojava tê kirin re pêvajo tê xitimandin.
Rojnameger û derhênerê belgefîlman Hakan Tosun ku ji şeva 10’ê Cotmehê ve agahî jê nedihatin girtin, li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin. Hat zanîn ku xwîn çûye ser mejiyê Tosun û niha li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berfê û baranê kir.
Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA’yê ve weke sê sezonana hatiye amadekirin, di roja çarşemê de dê fînala sezona xwe ya ewil bike.
Di demeke amadekariyên ji bo Lûtkeya Xezeyê ya li Şarm el-Şeyhê didomin de sê dîplomatên Qeterê li Misrê di qezayê de mirin.
Keşeyê Dêra Protestan a Suryanan Enver Peker, diyar kir ku divê li ser maseya aştiyê têkildarî pêvajoyê were axaftin û got: “Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser hikûmet û Meclisê. Heta sererastkirinên qanûnî neyên kirin, pêvajo tenê dê di gotinê de bimîne.”
Rojnameger Pakrat Estukyan, diyar kir ku aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo her kesî pêdiviyeke û got: “Abdullah Ocalan ku teşeyeke nû dide normên zanista siyasetê, rêya pêkvejiyanê nîşanî mirovahiyê dide.”
Prof. Louis Lemkow Zetterling, diyar kir ku divê gava ewil berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî be û got: “Gavên bi vî rengî di demên berê de jî di pevçûnan de dihatin avêtin.”