NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku herî kêm 17 jin û zarok li Sûriyeyê hatine revandin. 
	Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarên Laziqiye, Hums, Suweyda, Tartûs û Hemayê herî kêm 17 jin û zarok bi darê zorê hatine revandin. 
	Di raporê de hate destnîşankirin ku têkildarî dîroka ev kes hatine revandin û aqûbeta wan de tu agahî nehatine bidestxistin. 
	Li hêla din, kesên nasnameya wan nediyar li taxên El Sebîl û El Beyadiye yên Humsê bi ser malekê de girtin û ji heman malbatê 5 kes revandibûn. Aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn. 




