WAN - Ji Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskînê diyar kir ku heke xwedî li zimanê Kurdî dernekevin dê bihelin û tune bibin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî KURDÎGEH’ê, di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê panela “Mafên mirovan û perwerdehiya bi zimanê zikmakî, nasname, wekhevî û dadmendî” li dar xist. Li eywanê pankarta “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” û “Statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî” hatin daliqandin. Di panelê de Gokhan Işik weke moderator, Sekretera Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn û Sekreterê DADSAZ’ê parêzer Veysî Atay jî weke axêver beşdar bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveber û hevserokên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.
Ewilî Moderator Gokhan Işik bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got ji bo bîreke Kurdistanî ava bibe hewceye mirov vegere zimanê xwe.
‘ZIMAN HÊMANA SEREKE YA MAFÊ MIROVAN E’
Piştre Veysî Atay diyar kir ku bi rêyeke gelek mezin Kurd ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin. Veysî Atay, da zanîn ku peymanên navneteweyî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û got: “Li gor van peymanan li welatekî dadmend, demokratîk herkes dikarin bi zimanên xwe yên zikmakî perwerdehiyê bibînin. Dema em behsa perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin, em di heman demê de behsa wekheviyê û demokrasiyê dikin. Ziman hêmaneke sereke ya mafên mirovan hatiye destnîşankirin. Lewma mafê perwerdehiyê mafê me yê bingehîn e û ev maf nasnameya me ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî û peymanan divê dewlet mafê perwerdehiya zimanê dayikê qebûl bike û hewl bide ji bo zimanê dayikê dibistanan ava bike. Mesele tenê qebûlkirin nîne, her wiha divê ji bo cîhbicîhkirina vî mafî xebat bên kirin.”
‘DEMOKRASÎ NASKIRINA MAFÊN HER KESÎ YE’
Veysî Atay behsa avakirina civakeke demokratîk kir û wiha axivî: “Demokrasî tenê hêmaneke hilbijartinan nîne. Demokrasî naskirina mafên herkesî ye û cîhbicîhkirina van mafan e. Hertim netewek û zimaneke vî neteweyê yê serdest heye. Dewletên nedemokartîk tenê zimanê xwe weke zimanê serdest dibîne û mafên neteweyên din ên perwerdehiya bi zimanê zikmakî qebûl nakin. Li Tirkiyeyê jî ev yek heye û di Qanûna Bingehîn de dibêje ‘Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn Tirk in’. Ji ber vê yekê heke Tirkiye bixwaze civakeke demokartîk avabike, divê ev yek bê guhertin.”
‘DIVÊ KESÊN BI KURDÎ NEZANIN DI NAVA SIYASETÊ DE CIH NEGIRIN’
Paşê Dîba Keskîn mafê axaftinê girt û anî ziman ku ziman qebûlkirina vîna mirovan e. Dîba Keskîn diyar kir ku axaftina bi zimanê dê û bav bîra civakê diparêze û wiha pê de çû: “Heke em ji zimanê xwe qetîyan, em ji hêşê xwe û ji civaka xwe diqetin. Em dibin mirovên çêker û em ji ruh û hestên welatê xwe dûr dikevin. Em ji axa xwe û ji hest û dîroka axa xwe qût nabin. Dema em qûtnebûn em dikarin ji bo siberoja xwe tiştan biafirînin. Heke em nekaribin têkoşîna xwe raxînin li ber çavên zarokên xwe, dê zarokên me kêm bimînin. Her çiqas divê jin xwedî zimanê xwe derbikeve, lê belê divê mêr jî xwedî lê derbikeve. Zanîna zimanê zikmakî ne tenê tiştên rojane ne, zimanê zikmakî dîrok, gotinên mezinan, bîr, civak hwd. e. Heke em niha di saziyên xwe de, di şaredariyên xwe de hêj jî Tirkî biaxivin, nexwe ev têkoşîna heta niha hatiye meşandin ji bo çi ye? Em rica ji herkesî dikin bi Kurdî biaxivin. Em ji siyaseta Kurdan daxwaz dikim ku bila kesên Kurdî nezanin di siyaseta me de cih negirin. Kesên ku êş û elemên me fêm neke nikare ji bo me siyaset û polîtîkayan jî bimeşîne.”
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.
