Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû

  • cîhan
  • 11:30 11 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Sûriyeyê der barê civîna Şara-Trump de, di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbûye.    

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şera de, lihevkirinek ji bo pêşvebirina entegrekirina Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û "peymana ewlehiyê" di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêbûye.     
                                  
Wezaretê, di daxuyaniyeke ku roja duşemê hat weşandin de, ragihand ku serdana Ahmed Şara a li Qesra Spî "dîrokî ye ji ber ku ev cara yekem e ku pöşengeki Sûriyeyê li Washingtonê hatiye pêşwazîkirin û hevdîtinek bi Serokê Amerîkayê re kiriye." Wezaretê daxuyand ku civîn "di atmosferek dostane û avaker de pêk hatiye."       
 
Li gorî daxuyaniyê, Trump "kêfxweşiya xwe ji bo rêveberiya nû ya Sûriyeyê" aniye ziman û pesnê "serkeftinên' hikûmeta Şamê "di rizgarkirina welêt, vegerandina ewlehiyê û pêkanîna reformên rêveberiyê de" daye. Trump her wiha diyar kiriye ku ew "bi biryar e ku di serdema pêş de hemû piştgiriya ku pêdiviya rêveberiya Sûriyeyê pê heye bike".
 
Wezaretê ragihand ku li ser talîmatên Trump, di navbera Wezîrê Karê Derve Esed Şaybanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Ruboî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de "civîneke xebatê" ya sêalî pêk hatiye û armanca civînê "diyarkirina mekanîzmayên bicîhanîna peymana di navbera her du serokan de" ye.
 
ENTEGREKIRINA HSD'Ê LI NAV ARTÊŞA SÛRIYEYÊ                              
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump û Şara li hev kirine ku Peymana 10'ê Adarê bidomînin, HSD'ê tev li Artêşa Ereb ya Sûriyeyê bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. DYA, her wiha diyar kiriye ku ew ê "piştgiriya hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re bike".
 
PEYMANA 10'Ê ADARÊ                        
 
Di daxuyaniyê de her wiha hûrguliyên peymana heşt xalî ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Demkî Ahmed Şara de di 10'ê Adara 2025'an de hat îmzekirin jî hene. Peyman agirbestek li seranserê welêt û tevlêkirina HSD'ê di nava parastina neteweyî ya Sûriyeyê de pêşbînî dike.
 
SEKINANDINA PEYMANA SEZAR  
                            
Wezareta Derve ya Sûriyeyê her wiha li ser bandorên aborî yên civînê axivî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Trump soz daye ku "mueyîdetan rake û deynan bi rêjeyên faîzê yên maqûl bide da ku pêşkeftinê pêşve bibe." Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku hemû cezayên di bin Qanûna Sezar de ji bo 180 rojan hatine rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "hemû qedexeyên aborî hatine rakirin, ji bilî hin danûstandinên bi Rûsya û Îranê ve girêdayî."
 
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku Trump "pabendbûna xwe ya ji bo dabînkirina derfetek ji bo ji nû ve avakirin û geşepêdanê ji bo Sûriyeyê bi cih aniye." Wezaretê her wiha pêkanîna "siyaseteke nû ya rêziknameya aborî ya ku şîrketên amerîkî, saziyên darayî û hevkarên navneteweyî teşwîq dike ku beşdarî aramiya Sûriyeyê bibin" ragihand.
 
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek hevbeş weşand û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şenseke duyemîn dide Sûriyeyê ji bo ji nû ve pêşxistin û serkeftinê di têkoşîna li dijî terorê de. Rakirina mueyîdeyan armanc dike ku alîkariya Sûriyeyê bike ku pêşerojek yekgirtî û aştiyane ava bike."
 
Di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de, Serokê Amerîkayê Trump der barê pêeşnegê Sûriyê Ahmed El Şara de got: "Ew pêşengekî pir bihêz e. Em ê her tiştî bikin da ku alîkariya Sûriyeyê bikin ku bibe dewleteke serkeftî." Trump her wiha diyar kir ku "ji bo cara yekem, aştî li Rojhilata Navînê mimkun e" û got: "Ez bawer dikim ku Sûriye dê dîsa rabe ser pêyan. Hûn dikarin di demeke nêzîk de li benda hin daxuyaniyên girîng bin."      
 
 
 

Sernavên din

13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskele hilweşiya: Mirî û birîndar hene NÛÇEYA LEZGÎN
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari li Meclisê diaxive
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin