AMED - Tirkiye, ji bo derbaskirina madeyên tiryakê ku gefeke mezin e li ser civakê, welatê transît e. Madeya ‘X’ê, li gorî salek berê ji sedî 54 zêdetir bûye. Ev made herî zêde li 13 bajaran hatiye desteserkirin. Ji wan bajaran 8 jê bajarên ser sînor in û bi sedan noqteyên kontrolê lê hene.
Tiryakkeşî li gorî hin kesan dîlbûn, li gorî hin kesan keyf û li gorî hin kesan jî nexweşî yan jî sûc e. Di salên dawî de zêde bûye û êdî weke krîzeke kûrewî tê nirxandin. Dewlet an jî saziyên girêdayî wê îdia dikin ku li dijî wê têdikoşin lêbelê mînakên derdikevin holê, nîşan didin ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkê, dewletê kapîtalîst bi xwe ne. Ji ber ku welatên herî zêde bi van madeyan di rojevê de, welatên kapîtalîst û welatên hêzên van li wir şer dimeşînin. Sazî û dezgehên li dijî tiryarkkêşiyê bi awayekî serbixwe xebatan dimeşînin jî vê pirsgirêkê weke “pergala zêde qezencê dixwaze, weke amûra rizandina civakê bi kar tîne” dinirxînin.
Ev pirsgirêk, yekser an jî neyekser bandorê li tevahiya civakê dike. Di roja me de hema hema xwe gihandiye her malê, her kolanê yan jî mirov ji her temenî. Tevahiya dînamîkên civakê di ferqa vê rewşê de ne lêbelê bi awayekî ser tê girtin û jinedîtî ve tê. Her ku jinedîtî ve tê jî bi awayekî bêdeng mezin dibe.
Baş e lê bingeha vê pirsgirêka ku mafê jiyanê yê mirovan ji dest digire çi ye? Bi xwe re kîjan pirsgirêkên şexsî/civakî tîne? Tiryakkêş ji vê çawa bandor dibin û çawa jê rizgar dibin? Ji bo vê çend sazî û dezgeh hatine avakirin? Gelo xebatên li qadê têr dikin an na? Li Kurdistanê çawa vediguherin polîtîkayên şerê taybet û di vê pirsgirêkê de rola darazê çi ye?
Di beşa ewil a rêzedosyayên xwe de em ê li ser rêgeha tiryakkêşiyê, îstatîstîkên li Kurdistanê û têkildarî sazî û dezgehên der heqê wê de xebatan dimeşînin, agahiyan parve bikin.
Li ser hişyariyên pisporên di vê mijarê de xebatan dimeşînin, ji bo nebe parçeyeke teşwîqê, em ê navên madeyan bi navên kod bidin.
RÊGEHA MADEYÊN TIRYAKÊ
Dema behsa bikaranîna madeyan tê kirin, li seranserî cîhanê welatê ji ewil tê bîra her kesî, Efxanistan e. Li Efxanistanê gelek made tên hilberandin û yek ji cihên navendî ye. DYA’yê, di sala 2001’ê de piştî êrişa 11’ê Îlonê, di bin navê “têkoşîna li dijî terorîzmê” li dijî Efxanistanê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di sala 2021’ê de jî bi temamî vekişiya.
Ji ber valahiya otorîteya siyasî û guherîna rêveberiyê, valahiyeke mezin çêbû û vê jî kir ku welat bibe navendekî sereke ya hilberandina madeyên tiryakê. Di sala 2021’ê de gihişt astekî wisa ku ji sedî 80’ê tedarîkkirina opiyatan ji Efxanistanê dihatin dabînkirin.
Piraniya madeyên li Efxanistanê tên hilberandin, li ser Îranê derbas dibin. Îran, di vê mijarê de welatê jê derbasbûnê ye. Tirkiye jî welatê transît e.
Rapora Rêgeha Balkanan a Opiyatan û Qaçaxçitiya ‘X’ê ya Ofîsa Tiryak û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî (UNODC), 2025
Tirkiye, di vê rêgehê de weke noqteya transît, depokirin, çêkirin û di hinek rewşan de belavkirina li bazara navxweyî ye. Ev made, li ser Tirkiyeyê derbasî welatên Ewropayê tên kirin. Lewma jî Tirkiye di vê bazirganiya madeyan a “Rêgeha Balkanan” de yek ji parçeyên herî girîng e.
Madeyên tên Tirkiyeyê, ne tenê bi Efxanistanê bisînor in. Yek ji welatê din jî Iraq e. Di heman demê de bi taybet jî li bajarên ser sînor madeyên cuda tên hilberandin.
REWŞA LI TIRKIYEYÊ
Rapora Tiryakê ya 2025’an a Serokatiya Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya girêdayî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, di vê mijarê de agahiyên girîng pêşkeş dike.
Di raporê de, hejmara madeyên tiryakê yên di salên 2023 û 2024’an de hatine desteserkirin cih digire. Li gorî vê; mixdara madeya “A” ya di sala 2024’an de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatiye desteserekirin, li gorî salek berê ji sedî 38 kêm bûye. Bikaranîna madeya behsa xeberê, li hin welatên ewropayê heta astekê qanûnî ye.
Lêbelê bikaranîna madeyên ji bilî “A”yê gelek zêde dibe. Weke mînak; madeya “X”, li gorî salek berê ji sedî 54 zêde bûye.
Her wiha, madeya “Y” ji sedî 31, madeya “Z” ji sedî 23, madeya “C” ji sedî 25, madeya “D” ji sdî 27 zêdetir bûye.
Li gorî heman daneyan, di sala 2024’an de girêdayî tiryakkêşiyê bi giştî 309 hezar û 28 bûyer qewimîn. Di van bûyeran de 374 hezar û 948 kes hatin binçavkirin. Hejmara kesên hatine girtin, li gorî salek berê ji sedî 20 zêdetir bû.
13 BAJARÊN HERÎ ZÊDE LÊ HATIYE DESTERESERKIRIN
Di raporê de têkildarî madeya “X”ê ku li gorî salek berê ji sedî 54 zêdetir hatiye bidestxistin, agahiyên girîng tên parvekirin.
13 bajarên madeya “X”ê herî zêde lê hatine bidestxistin
Balkêş e ku piraniya bajarên ev madeye lê hatine girtin jî bajarên bakurê Kurdistanê ne. 13 bajarên ev madeya behsa xeberê herî zêde lê hatine desteserkirin ev in: Colemêrg, Şirnex, Wan, Agirî, Îdir, Erzirom, Erzîngan, Dîlok, Edene, Îzmîr, Bursa, Stenbol û Kocaelî.
Tê destnîşankirin ku madeya “X”ê ji Îran û Iraqê sewqî van bajarên ser sînor tê kirin. Ev daneye, têkildarî madeyên tiryakê yên li Kurdistanê agahiyên girîng pêşkeş dike.
LI BAJARÊN 24 SAETAN TÊN ŞOPANDIN ZÊDE DIBE
Piştî ku pêvajoya di sala 2013-2015’an de hatibû destpêkirin ji hêla îktîdarê ve hatî bidawîkirin, bi taybet jî li ser bajêrên sînor bi sedan noqteyên leşker-polîsan hatin avakirin.
Li ser sînorê Îranê û Herêma Federe ya Kurdistanê hema hema li her sed metreyan cihekî quleyeke leşkerî û qereqol hatine avakirin. Li gel vê, xeta sînor bi temamî bi betonan hatiye girtin û 24 saetan bi kamerayên ewlehiyê tê şopandin.
Wan û Colemêrgê bajarên ku herî zêde madeyên tiryakê lê tên girtin in. Tevahiya deverên her du bajaran 24 saetan bi kamerayên ewlehiyê tên şopandin. Yek ji bajarên ku di salên dawî de tiryakkêşî lê zêde dibe jî Amed e. Di navbera Amed û her du bajarên behsa xeberê de herî kêm 8-9 noqteyên leşkerî-polîsan hene.
Lêbelê tevî xeta sînor û “tevdîrên” li ser rêyan jî li bajarên Kurdistanê bikaranîna madeyan zêde dibe. Bajarên herî zêde ev madeye lê tên girtin jî ev bajar in.
Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbirê û pêşîlênegirtina trafîka tiryakê ya di navbera bajaran de, îşaret pê dike ku yan bi zanebûn tê paşguhkirin an jî leşker, polîs û cerdevan bi xwe di nava vê torê de ne.
REWŞA LI GIRTÎGEHAN
Li gorî rapora 2025’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Edaletê, hejmara girtî û hikûmxwaran li gorî salek berê ji sedî 31,86 zêde bûye. Li girtîgehan (ji 1’ê Cotmeha 2025’an ve) 420 hezar û 904 girtî û hikûmxwar hene.
Li gorî daneyên midûriyetê, ji sala 2024’an ve hejmara kesên ji ber madeyên tiryakê hatine girtin 149 hezar û 523. Tê gotin ku ev hejmar di sala 2025’an de hêj zêdetir bûye.
ÇEND NAVEND HENE, ÇAWA DIXEBITIN?
Ji dawiya sala 2024’an ve, li Tirkiye û Kurdistanê 143 navendên tedawîkirina tiryakkêşiyê hene. Li 64 navenda hem li ser pêyan hem jî bi mayinê, li 79 navendan jî tenê xizmeta li ser pêyan tê dayin. Navendên behsa xeberê ev in: Navenda Şêwirmendiyê ya Yeşîlayê (YEDAM), Navenda Tedawiyê ya Tiryakiya Eraqê û Madeyên Hişbirê (AMATEM) û Navenda Tedawîkirina Tiryakkêşiyê ya Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM).
Piraniya navendên li Kurdistanê piştî sala 2020’an hatin avakirin. Weke mînak, AMATEM a li Amedê di sala 2021’ê de hate avakirin. Pêvajoya “tedawiyê” ya li vê derê tenê 21 rojan didome. Piştre jî tevî Yeşîlayê koordînasyona nexweşên dê li wir bimînin tê kirin.
Me, bi rayedarên AMATEM û ÇEMATEM’ê yên li Kurdistanê re hevdîtin kir û gotin ku piraniya malbatan û tiryakkêşan, ji ber tirsa “navê wan di nava civakê de derkeve” serî li wan nadin. Rayedar dibêjin ku di heman demê de li dijî navendan pirsgirêkeke ewlehiyê tê jiyîn.
Li gel van saziyan, hejmara sazî/rêxistin/platform/komeleyên bi vê boneyê li bajarên Kurdistanê hatine avakirin pir kêm in. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de, di meha Çileyê de Navenda Şêwirmendî û Perwerdeyê vekir.
Gaveke din a girîng a li dijî tiryakkêşiyê hatiye avêtin jî, “Şiyar Be! Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryarê” ye ku di 26’ê Nîsanê de li Amedê hate avakirin. Platform, piştre jî li Êlih û Şirnexê hate avakirin. Lêbelê li bajarên din ne pltformek ne jî tu komele nînin.
Sibê: Lêkolînên li qadê çi dibêjin?
MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan



