AMED - Li navçeya Licê bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna endamê HPG'ê Yunus Bilgi hat kirin.
Malbata endamê HPG'ê Yunus Bilgi (Zagros Serdar) ku di 26'ê Gulana 2017'an de li herêma Zapê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Kaldarê yê navçeya Licê ya Amedê ji bo kurê xwe konê sersaxiyê danî. Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, rêveberên DBPê, aktivîstên TJA'yê, TUAY-DER, Tevgera Meclisa Ciwanan, Endamên Komeleya 78an, Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek şêniyên gund û gundên derdorê serdana şînê hat kirin.
Beriya axaftinê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin.
Di serdanê de sînevîzyona hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di şînê de axivî û got: “Her şehîdek ji bo me windahiyeke mezin e. Em bawer nakim ku li tu devera cîhanê kesên wisa dikaribin têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta dikaribin têkoşÎna xwe mezin bikin û bibin layîqê şehîdên xwe û serokatiya xwe. Divê bi wesîleya detpêka ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ her li kolanan bin û xwesî li pêvajoyê derkevin.”
