NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku îro operasyoneke ewlehiyê ya berfireh û koordînekirî li bajarê Reqayê dane destpêkirin. QSD’ê ragihand ku operasyon bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin.
QSD’ê destnîşan kir ku operasyon di çarçoveya berdewamkirina mîsyona wê ya domdar ya şerê li dijî terorê heya qedandina wê ya bi temamî de hatiye destpêkirin. QSD’ê da zanîn ku piştî bidawîbûna kontrokirina cihên şaneyên DAIŞ'ê û jiholêrakirina gefan bi temamî dê agahiyên zêdetir li ser operasyonê parve bike.
