ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku di civîna Meclisa Partiyê de pêvajo hatiye nirxandin û di encamnameyê de got: “Em bibiryar in ku mîna duh, îro jî ji bo mayindebûna aştî û wekheviyê berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), encamnameya civîna xwe ya Meclisa Partiyê (PM) ku di 27’ê Cotmehê de li dar xist, aşkera kir. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku di serî de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gelek mijarên cuda hatine nîqaşkirin. Di encamnameyê de bal kişand ser girîngiya gava ji hêla Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye avêtin, sepanên derhiqûqî, pêşnûmeqanûna budçeya 2026’an û paketa darazê ya 11’emîn.
‘DIVÊ GAVÊN PÊWÎST ÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ DEMILDEST BÊN AVÊTIN’
Di berdewamiya encamnameyê de wiha hate gotin: “Di civînê de bi berfirehî li ser rojeva siyasî, rewşa me ya rêxistinî, xebata Koma Partiya me ya Parlamentoyê û bi taybetî jî li ser amadekariyên me yên budceya 2026’an ku dê di rojên pêş de destpê bikin, nîqaş hatin kirin. Li ser vê bingehê;
* Di civînê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye rojeva sereke ya welêt e, hat nirxandin û ji bo bicihanîna armanca pêvajoyê erk û berpirsyariyên partiya me ji nû ve hatin nirxandin. Wekî ku tê zanîn, PKK’ê di Kongreya xwe ya 12’an de xwe fesix kir û di 26’ê Cotmeha 2025’an de ragihand ku wê hemû hêzên xwe yên çekdar ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandiye. Divê ev pêşketin ji bo demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî wekî xaleke girîng were hesibandin; divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest werin avêtin.
AŞTÎ BI NASKIRINA HEMWELATIYA WEKHEV MAYINDE DIBE
Îradeya gelê me eşkere ye, gel dixwaze êşên bi salan, windahî û wêrankirin êdî bi dawî bibin. Divê ev gav bi dilsozî were piştgirîkirin da ku li şûna tundûtûjiyê siyaset, li şûna şer û pevçûnê jî çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Ji ber ku aştî ne tenê bi rawestandina çekan, di heman demê de bi naskirina hemwelatîbûna wekhev û mafên demokratîk mayînde dibe. Di daxuyaniya 27’ê Cotmehê de, hevserokên me yên giştî nêrînên partiya me hem li ser pêvajoya giştî û hem jî li ser gava dawî ya ku tevgera Kurd avêtiye, anku biryara vekişîna hêzên çekdar, bi raya giştî re parve kirin. Em bibiryar in ku mîna duh, îro jî ji bo mayindebûna aştî û wekheviyê berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin da ku pêşî li têkçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigirin. Avakirina aştî û civaka demokratîk dê ji bo her kesî rê li ber jiyaneke wekhev û azad veke. Pêşeroja vî welatî dê ne bi siya çekan, lê bi îradeya kolektîf a gelan were destnîşankirin.
ZEXTÊN SER ÇAPEMENIYÊ ŞERMEZAR KIR
* Tirkiye careke din bi kiryarên hikûmetê yên neqanûnî, neheqî û zilmê re rû bi rû ye. Operasyonên dawî yên ku li dijî CHP’ê hatin kirin, ne tenê li ser partiyekê, lê li ser tevahiya muxalefeta demokratîk û îradeya gel hatine kirin. Vê carê, hikûmetê di operasyonên xwe yên li dijî muxalefetê de ku bi rêya dadweriyê pêk tîne, serî li tohmetên ‘sîxuriyê’ daye. Her wiha tayînkirina qeyûman ji bo dezgehên medyayê jî geşedanên heyî ne. Pir eşkere ye ku tohmetên li dijî TELE1’ê û li dijî rojnamevan Merdan Yanardag, bêbingeh in û armanca van tohmetan tepeserkirina medyayê ye. Em zextên li ser çapemeniyê û pratîka qeyûman bi tundî şermezar dikin. Hêzên demokrasiyê dê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em ê bi baweriya xwe ya bi nirxên exlaqî û demokrasiyê û bi biryardariya xwe ya têkoşînê hevgirtina xwe xurt bikin.
BUDÇEYA JI FEQÎRAN DISTÎNE LI DEWLEMENDAN BELAV DIKE YE
* Pêvajoya budceyê ku dê li ser budceya 2026’an nîqaş bê kirin û biryar bên dayin, dest pê kiriye. Budce, ji bo desthilatdarên siyasî wekî belgeya siyasî ya herî giring e. Ji ber ku sêwirandina budceyê tercihên desthilatdaran bi zelalî nîşan dide. Prensîbên çavkaniyên dahatê yên welatan û belavkirina wan, bi tercihên budceyê tên destnîşankirin. Dadperwerî, şefafî û wekheviya belavkirina çavkaniyan, dikarin bi lêkolîna budceyan werin fehmkirin.
Tercihên siyasî yên hikûmeta AKP’ê jî di pêşnûmeya budceya 2026’an de bi awayekî zelal diyar in. Em vê budceya ku desthilat ji feqîran berhev dike û li dewlemendan belav dike, red dikin. Di vê pêşnûmeya budceyê de tu taybetmendiyên ku pêşeroja karker, jin û ciwanan biparêzin tune ne. Ev budce şer, xerckirina çekan û sermayeyê dide pêş, li ser kedxwariyê û bêewlehiyê hatiye amadekirin, lêçûnên ku serdestiya mêrperest, îstîsmara baweriyê û îstîsmara olê ji bo qezenca siyasî pêş dixin xistiye pêşiya her tiştî. Û ev budce xizmeta siyaseta talankirinê dike ku dikare bibe sedema wêrankirina xwezayê. Di vê budceyê de ked, aştî û wekhevî tune ye. Ev budce ji bo sermayeyê vekirî û ji bo karkeran girtî ye.
EM Ê LI DIJÎ PÊŞNIYARQANÛNA BUDÇEYA 2026’AN DAKEVIN KOLANAN
Meclisa Partiya me bibiryar e ku di mehên Mijdar û Kanûnê de têkoşîna ji bo budceyeke gelparêz û wekhev di bin sernavê ‘NAN-AŞTÎ’ de gur bike. Me biryar daye ku bernameyeke çalakiyê bi rojevên li ser mûçeya herî kêm, li ser teqawidan, li ser kûrbûna xizaniyê û li ser aştiyê pêk bînin; em ê bi van rojevan meşek pênc-alî ber bi Enqereyê ve li dar bixin û bi daxwazên gel re, bi hemû hêzên demokratîk û kedê re, li dijî budceya pêşniyarkirî ya 2026’an a hikûmetê derkevin kolanan. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku aboriyeke aştiyane û budceya gel dixwazin û ji bo vê yekê li dijî vê pergala sermayeyê têdikoşin ku ev pergal welatekî xizan û civakeke bêpar diafirîne, muxalefeteke yekgirtî û bihêz biafirînin, têkoşînê berfireh bikin û hevkariyê bikin.
DIVÊ YASAYÊN DIJ-DEMOKRATÎK BÊN GUHERANDIN
* Rêziknameya ku di bin navê ‘Pakêta Dadweriyê ya 11’emîn’ de di raya giştî de tê nîqaşkirin ne amûra edaletê ye, amûra kontrol, înkar û zordariyê ye. Ew hewldanek e ji bo qanûnîkirina cudakariyê. Pêdiviya demê ew e ku qanûnên ku wekheviyê binpê dikin û dij-demokratîk in werin verastkirin. Pêdiviya rêziknameyên qanûnî yên berfireh û azadîxwaz pêwîst e, ne ku di pergala qanûnî de bi cezayên girantir guhertinên ku sînordariyê mezintir dikin werin bicihanîn. Pêdiviya civakê ji bo edalet û demokrasiyê daxwazeke bingehîn e, lê belê xuyaye ku hema bendek jî di pakêta dadweriyê de van daxwazan pêk nayîne. Berevajî vê, ev pakêta pêşnûmeyê amadekariyek e ji bo nêzîkatiyek ku dê pratîkên dij-demokratîk bêtir kûr bike û rê li ber sûcên nefretê veke. Her welatiyek, bêyî ku çand, ziman, bawerî, nasnameya zayendî, an meyla wî/wê ya cinsî çi be, heq dike ku mafên wekhev û jiyaneke bi rûmet bijî. Rêzgirtina vê yekê ji bo civakeke demokratîk şertek e. Wekî Partiya DEM’ê, em vê pakêta dadweriyê wekî êrişek li ser baweriya bi jiyana hevbeş dibînin; em bi biryar in ku li dijî vê pakêta dadweriyê ku êrişî cihêrengiya me dike, hevkariya xwe ji bo bilindkirina têkoşîna civakê, ji bo wekhevî, azadî, edalet û aştiyê berfireh bikin.
Em ne bêhêvî ne. Ji ber ku hêza rêxistinkirî ya gelan ji her cure zilmê mezintir e. Ji ber ku gelê bi rûmet ê vî welatî bê westan ji bo wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşe.”
