COLEMÊRG - Rojnameger Hêvîdar Onver, ji ber tevlibûna daxuyaniya têkildarî qetilkirina hempîşeyên xwe, îfade da. 
	Rojnameger Hêvîdar Onver, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînan” de îfade da. 
	Hêvîdar Onver li Midûriyeta Emniyetê ya Gever a Colemêrgê îfade da. Bi hinceta tev li daxuyaniya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bûye ku di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, der heqê Hêvîdar Onverê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 




