NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna di navbera hêzên paramîlîter n girêdayî Tirkiyeyê ya li Nexweşxaneya Girê Spî dekesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. 
	Li Nexweşxaneya Girê Spî ya di bin dagirkeriya komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûn çêbû. Di pevçûnê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. 
	Hat destnîşankirin ku di pevçûnê de kesê bi navê Ebû Ayşe hatiye kuştin û kesên bi navê Hisên El Eşheb, Huzeyfa Silêman, Omer El Fedhat û Huzeyfa El Dibis jî, birîndar bûne.
	Sedema pevçûnê heta niha nehatiye zanîn.
								



