NAVENDA NÛÇEYAN - ANF’ê ragihand ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan were weşandin.
	Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hatiye destpêkirin de geşedanên dîrokî diqewimin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî din ê dîrokî kir. 
	ANF’ê ragihand ku dê banga dîrokî demekî kin de were weşandin. Nûçe, tevî wêneyên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê hate weşandin. 




