ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."
	Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Kulliyeyê bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtin nêzî saetekê domiya. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî tev li hevdîtinê bûn. 
	Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da. 
	Daxuyaniya ji hêla Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê parve kirî wiha ye: 
	“Kedkarên çapemeniyê yên hêja;  
	Endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, îro li Beştepeyê bi birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Şandeya me, nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûnde dê bên kirin, parve kir. Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome." 
								


