ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re civiya.
		Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re civiyan. 
	
		Endamên şandeyê Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan û Wekîlê Mêrdînê Mîthat Sancar li navenda giştî bi hevserokên giştî re hevdîtin kirin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî dest pê kir û nêzî saetek û nîv domiya. 
	
		Piştî hevdîtinê dê şande saet di 15.00’ê de li Kulliyeyê û bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî dê di hevdîtinê de cih bigire.
	



