ŞIRNEX - Şewata li Çiyayê Gabarê li qada daristanê derketibû hate vemirandin. 
	Şewata li qada daristanê ya Çiyayê Gabarê derketî ku qirkirina ekolojîk û talankirina xwezayê lê didome, hate vemirandin. Şewata pêr derketibû, bi alîkariya komên ji Amed, Riha û Mêrdînê hatin sewqkirin hate kontrolkirin. Lêbelê duh di saetên nîvroyê de dîsa şewat derket. Bi mudaxileya koman re şewat di saetên şevê de hate kontrolkirin û şewat ji hêla komên Midûriyeta Karanîna Daristanan ve hate vemirandin. 
	Niha li herêmê xebatên sarkirinê tên kirin. 




