NAVENDA NÛÇEYAN - Husiyan ragihandin ku êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurion a Îsraîlê kirine. 
	Husiyên li Yemenê ku Îran piştgiriyê dide wan, ragihand ku êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurion a Îsrîlê kirine. Berdevkê Leşkerî yê Husiyan Yahya Serî, têkildarî mijarê got: “Hêzên Çekdarî yên Yemenê, bi fuzeya balîstîkî ya ‘Filistîn 2’ êrişî Balafirgeha Lodê (Ben Gurion) kirin. Di encama vê operasyona serkeftî de geştên li balafirgehê hatin sekinandin û bi milyonan Îsraîlî reviyan stargehan.” 
	Serî, got ku heta êrişên li dijî Xezeyê bidomin ew ê operasyonên xwe bidomînin. 




