TOKAT - Omer Yaman ê 70 salî ku li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, çavê xwe yê çepê winda kir.  
	Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê zêdetirî saleke ji ber redkirina zexta lêgerîna nava dev, girtiyan nabin nexweşxaneyê. Girtiyên ku mafê wan ê tedawiyê tê atengkirin, rewşa wan roj bi roj girantir dibe. Rêveberiya girtîgehê, cezayên disiplînê dide girtiyên vê zextê red dikin. 
	ÇAVEKÎ XWE WINDA KIR 
	Girtiyê nexweş ê 70 salî Omer Yaman ku li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, ji ber van sepanan, nekarî tedawiya kataraktê bibe û çavê wî yê çepê êdî nabîne. Yaman, di hevdîtina bi parêzerê xwe re de got ku ev 6 meh in tedawî nabe û êdî çavê wî nabîne. 
	Li gel kataraktê, her wiha nexweşiyên Yaman ên weke hîpertansiyon, tansiyona çav, enfeksiyona cihê destavê û hwd. hene. Rewşa tenduristiyê ya Yaman her ku diçe xerabtir dibe. 
	MA / Ceylan Şahînlî 




