NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî di nav de 99 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
	Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de di 1’ê Tîrmehê de bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Ji 119 kesên îro sewqî edliyeyê hatin kirin ji bo 99’an daxwaza girtinê hate kirin. Ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer û Serokê CHP’a Îzmîrê Şenol Aslanoglû jî daxwaza girtinê hate kirin. 
	Kesên hatin binçavkirin, bi îdiayên “nelirêtî” û “bêusuliyê” tên darizandin. 
	Hat diyarkirin ku 20 kes jî ji Şaxa Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî hatin berdan. 




