STENBOL - Şewata li Daristana Bajar a Sûltangaziyê derketî hate kontrolkirin. 
	Li Daristana Bajar a navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ji ber sedemên nediyar şewat derket. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê şewatê gelek komên agirkujiyê û komên Midûriyeta Çandinî û Daristanan hatin veguhestin. 
	Şewat, piştî saetekê hate kontrolkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku xebatên ji bo sarkirina herêmê didomin . 




