ENQERE - Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê damezirandina xwe ragihand û nexşerêya xebatên xwe parve kir. 
	Komîsyona Ciwanan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, di avahiya komeleyê de daxuyanî da û damezirandina xwe ragihand. Endamê komîsyonê Kaan Gokçe, bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan û diyar kir ku komisyon ji bo lêgerîna heq û piştevaniyê hatiye damezirandin.
	Gokçek, çendek hedefên komîsyonê wiha rêz kir: 
	"* Tespîtkirina îşkenceyê û mafên demokratîk ên ciwanan û raporkirina wan,
	* Pirsgirêka mafê perwerdehiyê û xebata zanist, huner, edebiyat û felsefeyê, 
	* Tespîtkirina sedemên hêvîşikestina ciwanan û piştevaniya bi saziyên ciwanan re,
	* Tespîtkirina xesp û astengiyên li pêşiya azadiya îfadeyê û bi serlêdanan ve vegustina bo saziyan."
								


