STENBOL - Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn û li bendê ye ku bibin edliyeyê.
	Karûbarên îfadegirtinê yên xebatkarên Kovara Lemanê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê temam bûn. Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê Zafer Aknar, grafîker Cebraîl Oku û xwediyê karîkatûrê Dogan Pehlîvan û Midûrê Muesseseyê Alî Yavûz di çarçoveya îdiaya “heqareta li dijî nirxên olî” îfade dan. 
	Parêzerê kovarê Utku Akyol têkildarî îfadeyan ji ajansa me re axivî û got: “Di karîkatûra Dogan Pehlîvan xêzkirî de xuyaye ku kesên hatine xêzkirin ne pêxember in, kesayetên navên kesên di şer de mirine dibin û sembolîze dikin e. Me got ku armanceke teswîrkirina pêxemberan tune ye.” 
	Akyol, anî ziman ku tu berpirsyartiyeke weşanê ya kesên din nîne û xwest bên berdan. 
	Li hêla din, li bendê ye ku kesên binçavkirî sibe sewqî edliyeyê bên kirin. 




