AMED - Li gundê Gisto yê girêdayî Erxeniyê cenazeyê zilamekî hate dîtin.
	Li gundê Gisto yê girêdayî navçeya Erxeniyê ya Amedê welatiyan cenazeyê zilamekî dîtin. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama lêkolîna destpêkê de hate tespîtkirin ku cenazeyê Serdar Yaman ê 40 salî ye ku ji gundê Malê Demoyê ye. .
	Cenazeyê Yaman, rakirin morga Nexweşxaneya Erxeniyê ya Dewletê û hate zanîn ku dê cenazeyê ji bo otopsiyê bibin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
	Têkildarî bûyerê lêpirsan hate destpêkirin.
								



