Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
- ekolojî
 - 14:01 28/6/2022
 
Sedat Cezayîrlîoglu dema li Îlîçê siyanûr tevî Çemê Firatê dibû dîmenên wê kişandibû. Cezayîrlîoglu, diyar kir ku ji zêr zêdetir mijara esasî madenên stratejîk ên toryum, tîtanyum, osmiyum û selenyum in û wiha got: “Heke ev projeye neyê sekinandin, dê li tevahiya Tirkiyeyê penceşîr belav bibe. Ev proje, ji tesîsa nukleerî talûketir e.”
