Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî
- ekolojî
- 09:00 14/9/2022
Jinên Behra Reş ên ku piştgiriyê didin Meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin.
Jinên Behra Reş ên ku piştgiriyê didin Meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê li dijî talankirina xwezayê bê kirin bang kir û wiha got: "Ji bo xwezaya me nebe çol, divê em li dijî vê talanê rabin."
Rêxistinên hawirdorê yên li Colemêrg û Wanê li cihê cih rûxandina ekolojiyê raçav kirin gotin ku talana hatiye kirin, talaneke pir tirsnak e.
Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de bê kirin bang kir û wiha got: “Banga min li her kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Wer in em xwezaya xwe bi hev re biparêzin.”
Rêxistinên ekolojî û partiyên siyasî ji Êlihê bang li herkese kirin ku beşdarî meşa Çiyayê Cûdî ya li dijî qirkirin û talana ekolojîk were lidarxistin bibin.
Xelkê Şirnexê banga meşa dê di 17’ê îlonê de ji bo li dijî talankirina daran li Çiyayê Cûdî pêk were kirin û gotin: “Heke talankirina daristanên me wisa bidome, wê darek ku zarokên me li bin siya wê rûnên, nemîne.”
Bi tonan darên ku li gundê Navyan ê Şirnexê kişandine kêleka rê, asta talankirina daristanên li bajêr radixe ber çavan.
Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Farûk Tatlî ji bo meşa Cûdiyê ku dê li dijî qirkirina daran bê lidarxistin bang kir û got, ev meş li dijî şer û talanê serhildanek e.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Colemêrgê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya di 17’ê îlonê de dê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Saziyên ku bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan, bang li hemû derdorên hestyar kirin ku li dijî hilweşandina li Cûdiyê di 17’ê Îlonê de bi hev re biçin Cizîrê.
Endamê Meclisa Ekolojiyê yê HDK’ê Volkan Bûlût destnîşan kir ku bi talana ekokojiyê herêm ji mirovan tê xalîkirin û li dijî talana xwezayê tevlibûna Meşa Cûdiyê kir.
Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên qûmê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.
Endamên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bilgîç û Derya Akyol destnîşan kirin ku xwezaya Kurdistanê bi polîtikayên şer tê wêrankirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê Îlonê de li Cûdiyê li dijî qirkirina xwezayê li dar bixin bang kirin.
Li navçeya Pîranê ji sala 2012’an heta niha lêgerîna madenê berdewam dike. Ji ber lêgerîna madenê gelek cih hatine kolandin û teqandin. Şeniyên ku li heremê dijîn ji ber wêrankirina xwezaye bi gilî û gazin in.