AMED - Pêla germahiyê ya li Kurdistanê dê bi qasî 6 heta 10 pileyan derkeve ser germahiya asayî ya demsalan. Tê payîn ku germahiya li Amedê derkeve ser pileya 44'an. 
	Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya di navbera 7 û 14’ê tebaxê de parve kir. Li gorî raporê; dê li herêmên hundir û rojava yê Tirkiyeyê germahiya hewa kêm bibe û li gorî germahiya asayî ya demsalan be. Lê belê li bajarên Kurdistanê dê germahiya hewayî bi qasî 6 heta 10 pileyan bi ser germahiya asayî ya demsalan be. 
	Ji bo bajarên ku dê hewayê wê germtir bibin hişyarî hate kirin ku kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr û zarok di nava rojê saet navbera 11 û 16.00’ê de tevdîrên xwe bigirin. 
	Li hinek bajaran germahiya tê texmînkirin wiha ye:  42
	Sêwas: 37-39°C, dê kêmewir û sayî be 
	Xarpêt: 37-42°C dê kêmewir û sayî be 
	Amed: 44°C dê kêmewir û sayî be 
	Semsûr: 39-43°C dê kêmewir û sayî be
	Riha: 38-44°C dê kêmewir û sayî be 
	Êlih: 42-45°C dê kêmewir û sayî be 
	Şirnex: 38-40°C dê kêmewir û sayî be 
	Sêrt: 43°C dê kêmewir û sayî be 
	Dîlok: 39 °C dê kêmewir û sayî be 
	Erzirom: 33 °C dê biparçeyî û kêmewir be 
	Meletî: 41 °C  dê kêmewir û sayî be 
	Wan: 31 °C dê kêmewir û sayî be 
	Îzmîr: 35 °C dê kêmewir û sayî be 
	Edene: 35 °C dê kêmewir û sayî be 
	Mêrsîn: 33 °C dê kêmewir û sayî be 



