MÛGLA - Darên kevnar yên li Akbelenê tên birîn, bi kamyonan tên kişandin. 
	Birîna daran a ji bo kana komirê ya ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy Enerjiyê ve bê vekirin li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê hatiye destpêkirin, didome. Darên tên birîn, li kamyonan siwar dikin û dibin. Nehate zanîn ku dar birine ku derê, bi hezaran darên kevnar bi kamyonan ji herêmê tên kişandin. 




