NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê li Girava Rodosê ya Yewnanistanê berdewam dike û hin gund, otel û perav hatin valakirin. 
	Piraniya agirên ku li daristanên Yewnanistanê derketin û bi rojan in berdewam dikirin, hatin kontrolkirin. Lê belê agirê li Girava Rodosê dest pê kiriye hê jî berdewam dike. Li ser agir bandora xwe zêde kir, hin gund, otel û peravên giravê hatin valakirin. 
	Berdevkê Rêxistina Agirkujiyê Yewnanistanê Yannis Artopios destnîşan kir ku tevî turîstên hatine giravê, nêzî 2 hezar kes bi rêya behrê hatine tehliyekirin. 




