NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo tevlibûna pêşbirka çîrok, helbest û wêneyan a Şehîd Denîz Firatê banga dawî hate kirin.
	Ji bo serlêdanên 6'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî hate kirin. Komîteya Amadekar a pêşbirkê ragihand ku serlêdan wê heta 7'ê tîrmehê dewam bikin.
	Pêşbirk, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin û pêşbirka îsal diyarî Sara Hogir Riha, Rûken Birûsk û rojnameger Seyîd Evran hate kirin ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. 
	Pêşbirk bi zimanê Kurdî (bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî) û zimanên erebî û tirkî ye. 
	Komîteya Amedkar şertên tevlibûnê wiha rêz kir: 
	* Beşdar dikare di beşê çîrokan de bi yek berhemê, di beşê helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin. 
	* Pêwîste berhem heya niha li tu cihan ne hatibe weşandin. 
	Kesên serlêdanê dikin, divê berhem û kurtejiyana xwe ji van navnîşanan re bişînin: 
	E-Mail: Yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
	Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat
	Jimara tlf: +964 751 842 55 76
	Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat
	X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat”




