Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
- analîz
- 13:30 12/2/2018
3'yemîn Kongreya Mezin a HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat. Tevî hemû astengiyan, kongre bi coşek mezin bi dawî bû. Di vê kongreyê de hat dîtin ku bi binçavkirin, girtin, zextên li ser HDP'ê HDP xelas nebûye û mezintir bûye. Kongreya HDP'ê ji bo têkoşîna pêşerojê û berpirsiyariyê bawerî û hêvî xurttir kir.
