QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê eşkere kir û ragihand ku êrişên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaxê û Dêr Hafirê de ev agahî dan:
 
"Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê duh (Înê) êrişên xwe yên dijminane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker rêze êrîş li derdora bendavê pêk anîn. Di heman demê de bi obîsên giran derdora bendavê, bi taybetî cihên kargehan topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.
 
Gundên Xeseq û Tîna yên derdora Pira Qereqozaqê bi balafirên şer ên dewleta irk a dagirker hatin bombebarankirin. Bi obîsên giran, tank, roket û hawanan jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaxê ketober hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zirarên madî li mal û milkên sivîlan bûn.
 
Eniya Dêr Hafir; di tevahiya rojê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk li eniyê digeriyan.