Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe

img

ENQERE - Wekîlên DEM Partiyê îmhakirina çekan nirxandin û gotin divê Meclis ji bo çareseriyê bi roleke çalak rabe.  

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de jî komeke gerîlayan di 11’ê Tîrmehê de li Şiklefta Casenê ya bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku ji 30 kesan pêk dihat, çekên xwe şewitand. Ev dîmen, li seranserî cîhanê deng veda û niha li bendê ye ku dewlet gavan biavêje. 
 
Wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî, Sumeyye Boz, Omer Faruk Hulaku û endama MYK’a DEM Partiyê têkildarî dîmenên îmhakirina çekan axivîn. 
 
DEM Partiyiyan, şewitandina çekan weke “gavekî dîrokî” nirxandin û gotin ku divê Meclis di mijara çareseriyê de bi roleke çalak rabe. Her wiha Partiyiyan gotin ku divê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were naskirin û girtiyên siyasî bên berdan.