Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin

  • rojane
  • 14:55 11 Kanûn 2025
  • |
img

WAN - Rêxistinên maf, hiqûq û civakî rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkera kir û gotin ku rexmê pêvajoyê jî girtî bi binpêkirin û bêhiqûqiyan re rû bi rû dimînin. 

 
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Wanê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê piştî lêkolîna 9 girtîgehên li Herêma Serhed û Behre Reş, rapora xwe aşkera kirin. Rapor, têkildarî rewşa Girtîgehên Tîpa F a Wanê, girtîgehên Wan, Xelat, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê, Girtîgeha Panosê, Kalkandere, Tîpa L a Espiye ya Gîresunê  û Girtîgeha tîpa S a Îdîrê hatiye amadekirin. Rapor, li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Halîl Kaya, diyar kir ku li tevahiyê girtîgehên lêkolîn lê hatine kirin sewqa girtiyan ji bo nexweşaxaneyê dereng tê xistin, hinek jê nayê kirin û girtiyên ku lêherîna nava dev qebûl nakin sewqa wan nayê kirin. Kaya, da zanîn ku di van girtîgehan de sînorên wergirtina pirtûkan di navbera 3 û 10’an de ye, li gelek girtîgehan ev 6 sal in name û pirtûkên Kurdî  û rojnameyên wek Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun nadin girtiyan. Kaya, rave kir ku li 9 girtîgehan xwarininê kêm didin girtiyan, li hinek girtîgehan jî xwarinên pir xirab tên dayin, ji bo çêkirina xwarinê girtî ji ber bihabûna kelûpelên li kantînê nikarin bikirin û wiha pê de çû: "Li girtîgehên ku serdana wan hatiye kirin, çalakiyên werzîş, kargeh û hwd ku ji ber pandemiyê hatibûn qedexekirin rexmê bidawîbûna pandemiyê hêj berdewam in. Girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derferên sosyalbûnê hatine astengkirin.”
 
ASTENGKIRINA TEHLIYEYAN
 
Kaya, diyar kir ku bi hinceta "nebûna binesaziyê" mafê axaftina bidîmen a li ser telefonê tê astengkirin lêbelê girtiyên edlî bê pirsgirêk axaftina bidîmen dikin û li girtîgehên navborî de di nava mehê de çend caran lêgerîn tê kirin û di lêgerîna de nîzamiya leşkerî tê ferzkirin û tehliyeyên girtiyan tên astengkirin. Kaya, destnîşan kir ku astengkirina tehliyeyan bi hincetên "veneqetandina ji rêxistinê", "neguncaniya ji bo derve" û "meyla sûckirinê" tê kirin. 
 
DAXWAZ HATIN RÊZKIRIN
 
Kaya, rave kir ku di hemû girtîgehên hatine ziyaretkirin de girtiyên ne welatiyên Tirkiyeyê ne rewşa wan a aboriyê nîne û nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Kaya, bi domdarî ev daxwaz rêz kir:
 
* Girtîgeha Tîpa L a Panosê divê ji ber kevinbûna avahî, nedawê û mercên xirab ên li ser jiyana girtiyan tavilê bê girtin.  
 
* Li gorî qanûn û rêziknameyên hiqûqa gerdûnî hewce ye sepanên îdare û personelan ên dibin sedema binnpêkirinên mafên ragihandina azad, tedawî, derbirîna azad bên bidawîkirin û berpirsiyariyên pozîtîf bên cîbicîkirn.
 
* Li gorî raporê, mafên herî bingehîn ên mirovî yê girtiyan hatine astengkirin û tecrîda li ser girtiyan derketiye aste herî jor. Divê mafê axaftina telefonê û derfetê hevdîtina girtiyan bê zêdekirin.
 
* Divê girtî di mercên girtîgehê de ji mafên civakîbûnê bêpar nemînin û qadên hevpar ji bo tenduristiya wan a laş û ruhî girîng e. Nexasim girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin tên tecrîdkirin. DMME'yê, diyar kiriye ku tecrîdkirina bi hinceta ewlehiyê ne li gorî mirovahiyê ye û careke din girîngiya çalakiyên civakî destnîşan kiriye.
 
* Ji bo ku girtî bikaribin bi cîhana derve re têkilî deynin û pêşketinan bişopînin û ji civakê bi temamî neyên qutkirin, weşanên periyodîk û yên neperiyodîk di nav rêbazên herî girîng ên ragihandinê de ne. Bi rêya pirtûkan, girtî dikarin di gelek waran de xwe pêş bixin, di heman demê de rojname û kovar dihêlin ku pêşketinên civakî bişopînin. Ev yek dibe alîkar ku bandorên tecrîdê li ser girtiyan hinekî kêm bike. Lêbelê, ji ber sînorkirinên li ser pirtûkan û qedexeyên li ser kovar û rojnameyan di girtîgehan de, girtî nikarin azadiya xwe ya îfadeyê, gihîştina agahdarî û ramanan û mafê xwe yê wergirtina nûçeyan bikar bînin. Divê ev sepan bi dawî bibin; divê sînordariya pirtûkan ji bo girtiyan were rakirin û divê kovar, rojname û kanalên TV bên dabînkirin.
 
* Ragirtina girtiyên ku pir nexweş ên giran in û nikarin di şert û mercên girtîgehê de bimînin û astengiyên li pêşiya dermankirinê, li dijî qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî ne û ji ber sînordarkirina gihîştina dermankirina bijîşkî, binpêkirina mafê jiyanê ne. Divê Wezareta Dadê erkên xwe yên erênî bicîh bîne, gihîştina tenduristiyê ya girtiyan misoger bike, ji bo girtiyên ku şert û mercên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in çareseriyên alternatîf dabîn bike.
 
*Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran ku li dijî qanûnê ye, desthilata bêsînor dide rêveberiyên girtîgehan ku biryarên keyfî li dijî girtiyan bidin. Wekî ku li jor hate gotin, aşkera ye ku rêveberiyên girtîgehan, desthilatên ku bi rêziknameya nû ji wan re hatine dayîn îstismar dikin. Ji ber vê yekê, em banga xwe ya ji bo betalkirina rêziknameya têkildar û sînordarkirina desthilatên lijneyên çavdêriya girtîgehan dubare dikin.