Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin

  • rojane
  • 09:44 11 Kanûn 2025
  • |
img
EDENE - Haci Alagaş ku li girtîgehê krîza dil derbas kir, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de hem dest hem jî piyên wî kelemçekirî hate ragirtin. Keça Alagaş, Sofya Alagaş banga hestiyariyê li raya giştî kir.
 
Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên sala 2025’an; hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê jî 5 jê rewşa wan giran bi giştî 19 girtî hene. Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariyê Bilind a Sulucayê jî 4 jê rewşa wan giran bi giştî 20 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş ê li Sulucayê tê ragirtin jî Haci Alagaş ê 68 salî ye. Alagaş, di 25’ê Mijdarê de li girtîgehê krîza dil derbas kir. Li ser vê yekê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê û 2 caran anjiyo bû. Alagaş, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de hate ragirtin û di vê demê de hem dest hem jî lingên wî kelemçekirî bûn. Hêj tedawiya Alagaş temam nebûbû ku dîsa şandin girtîgehê. 
 
‘ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ XETEREYÊ SER JIYANA WÎ ÇÊDIKIN’ 
 
Keça Alagaş, Sofya Alagaş têkildarî rewşa bavê xwe axivî û got ku bavê wê rastî binpêkirinên mafan tê. Sofya Alagaşê, got: “Bavê min hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de ma. Di vê demê de hem dest hem jî piyên wî kelemçekirî bûn. Li wir du caran anjiyo bû. Haya me tu yek ji van nebû. Piştî ku hevalên wî yên qawîşê li me geriyan me hay jê bû. Rojek piştî ji beşa çavdêriya awarte derxistin jî birin girtîgehê. Ji şert û mercên tedawiyê yên bijîşkan pêşniyar kiribûn bêpar hate hiştin. Divê bavê min bi rêkûpêk xwarinên diyetê bixwe, sporê bike û dermanên xwe bi kar bîne. Lêbelê ev hefteyeke girtîgehê xwarina diyetê nedaye. Tevî ku sê daxwazname nivîsandiye le dîsa jî encamek jê negirt. Dermanên wî jî gelek caran bi hefteyan tên derengxistin. Dema derketina hewşê saetek e û tevî ku sê kes di qawîşê de dimînin jî cihê wan ji bo kesekî ye.” 
 
'MAFÊ WÎ YÊ TEDAWIYÊ HAT BINPÊKIRIN’
 
Di berdewamê de Sofya Alagaşê da zanîn ku nexweşiya bêhnkurtê ya bavê wê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dermanên wî jî zêdetir piştî israreke mezin tên dayin. Mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin. Bavê min berê di qawîşê de bi tena serê xwe dima lê niha 2 girtiyên din jî li cem in. Dema bavê min serê xwe dişûşt krîz derbas kir. Hevalên wî ferq kirin û piştre rakirin nexweşxaneyê.” 
 
'TU DAXUYANÎ NEDAN’
 
Sofya Alagaşê axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya girtîgehê tu agahî bi me re parve nekir. Daxwaza me ya hevdîtina bi îdareyê re jî hate redkirin. Bavê min hefteyekê di nexweşxaneyê de ye û tu daxuyanî nehatin dayin. Bêyî ku tedawiya wî temam dîsa şandin girtîgehê. Ev jî li ser jiyana wî xetere ye. Em ê ji bo rewşa bavê min serî li ATK’ê bidin. Em di mijara girtiyên nexweş de banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Divê veraskirinên qanûnî yên têkildarî girtiyên nexweş tavilê bikevin meriyetê. Em dixwazin xwarina wî ya diyetê, dermanên wî û pêwîstiyên din ên weke sporê bên cîbicîkirin.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen