Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 09:08 11 Kanûn 2025
  • |
img

STENBOL - Li navçeya Pendîkê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket û di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn. 

 
Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di avahiyeke 2 qet de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê şewatê komên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin veguhestin. 
 
Di şewatê de 4 zarok ji hêla welatiyan ve ji malê hatin derxistin û bi ambulansan birin nexweşxaneyê. Di encama mudaxileya komên agirkujiyê de şewat hate vemirandin.