ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 11 Kanûn 2025
  • |
img
* Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Mustafa Ozoral got: “Ger dewlet bibêje ez ê bi Kurdan re aştiyê pêk bînim, divê êdî di vê qonaxê de rêzdar Abdullah Ocalan ê ku Kurd wî weke rêber dibînin, serbest berde.”
 
* Baxçeyên Artemêtê yên sedsalan ji ber zêdebûna bilez a çêkirina avahiyên beton winda dibin û li şûna mîrateya dîrokî avahî tên çêkirin. 
 
* Bawer Erîşen ê ku pirtûka wî ya "Sembolîzm" bi zimanê Kurdî hatiye weşandin, bandora tevgera sembolîzmê ya ku di sedsala 19'an de li Fransayê derketiye holê, li ser wêjeya Kurdî vedikole.
 
* Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê parêzer Erdem Kaya destnîşan kir ku divê “mafê hêviyê” bêyî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk tavilê bê bicîanîn û got: “Ev ne tercîh an jî qenciyek e, pêwîstiyek e.”
 
* Haci Alagaş ku li girtîgehê krîza dil derbas kir, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de destkelemçekirî hate ragirtin. Keça Alagaş, Sofya Alagaş banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin. 
 
* Wekîlên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Onur Duşunmez dê têkildarî Komîsyona Lêkolînkirina Arastekirina Sûc a Zarokan li Meclisê daxuyaniyê bidin. (10.00)
 
* 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê bidome. (10.00-21.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li Sêrtê bi gel re civînê li dar bixe. (12.00)
 
* Komeleyên Romanan ên li Îzmîrê, ji bo ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nêrînên xwe parve bikin dê biçin serdana rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê. (13.00)