Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş

  • rojane
  • 16:42 6 Kanûn 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 715'emîn a çalakiyên "Rûniştina F" de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyek da. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş û astengdar Mehmet Emin Vural hat sekinandin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Girtiyên nexweş berdin" hatin vekirin û her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama ÎHD'ê Gonul Sonbaharê ve hate xwendin.
 
Gonul Sonbaharê rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Emin Vural ku di Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê de tê girtin, parve kir. Gonul Sonbaharê bal kişand ser nexweşînên Mehmet Emin Vural ku ji sedî 61 rapora wî ya astengdariyê heye û got: "Ligel nesaxlembûna ranên wî û movikên wî, nexweşîna bîlateral sensorinal û obstruktîfa kronik pê re hene." Sonul Sonbaharê destnîşan kir ku pêdiviya Vûral bi dermankirinê heye û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. 
 
Gonul Sonbaharê bang li rayedaran kir ku dengê wan bibihîzin û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir. 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi armanca balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemînin, nebin hevkar" hat vekirin û rewşa girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim ê 74 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê tê girtin, hat destnîşankirin.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD a Îzmîrê Îrem Revşen Yildizê metna daxuyaniyê xwend. 
 
Îrem Revşen Yildizê da zanîn ku nexweşîna kronîk a dil, fitiq, hîpertansiyon, arterîosklerotîk, KOAH, nexweşîna pişikê û gelek nexweşînên din bi Yildirim re hene û got ku her diçe rewşa wî xirabtir dibe. 
 
Îrem Revşen Yildizê ku xwest girtinên nexweş bê berdan destnîşan kir ku ger tiştekî neyînî çêbibe berpirsiyarî rayedar in. 
 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo hefteya 587'emîn a çalakiya xwe ku bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, li hev civiya. Endamên înîsiyatîfê li Kolana Sakarya kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim ê 74 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê girtî ye. 
 
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Asli Saraçê metna daxuyaniyê xwend. Asli Saraçê diyar kir ku li gorî encamên ÎHD'ê, li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 161 ji wan jin û hezar û 251 jî mêr in û 35 ji wan wekî nexweşên giran tên hesibandin.
 
Asli Saraçê da zanîn ku dema berdana girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim 27'ê Sibata 2025'an bûye, lê ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî hatiye taloqkirin. Asli Saraçê bal kişand ser raporên tenduristiyê yên Yildirim û got ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û şert û mercên hucreyê ji bo wî xetere ne. 
 
Asli Saraçê bang li rayedaran kir ku divê Yildirim û girtiyên nexweş yên din bên berdan û dermankirin.
 

Sernavên din

06/12/2025
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin