Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike

  • rojane
  • 15:55 6 Kanûn 2025
  • |
img

STENBOL - Nêçîrvan Barzanî ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re peyamek şand û got: “Avakirina aştiyê ya li Tirkiyeyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike.”                                                     

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Rûniştina yekemîn, piştî axaftina destpêkê û axaftinên nûnerên YNK û PDK’ê temam bû. Piştre jî rûniştina duyemîn hat lidarxistin.                        
 
Di destpêka rûniştina duyemîn a konferansê de peyama Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat xwendin. Berdevkê Herêmê Dilshad Shahab peyam xwend.                        
 
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye: “Nêrîna herêma Kurdistanê, aştiyê armanc dike. Ev ne tenê ji bo bêdengkirina çekan nîne, li gorî me bi lihevkirineke ser bingeha hevqebûlkirinê dibe. Em dizanin ku tu dawiyeke tundiyê nîne. Lê em dibînin ku niha ji bo aştiyê deriyek hatiye vekirin. Tirkiye, cîran û welatekî girîng e. Avakirina aştiya li vê derê dê bandorê li tevahiya herêmê bike. Aştî û aramiya Tirkiyeyê dê bandorê li gelek tiştan bike. Parme bi her awayî piştgirî da aştiyê. Em dibêjin ku guftûgo dê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Herêma Kurdistanê amade ye ku ji bo cîbicîkirina aramî û aştiyê rola xwe bilîze. Dibe ku astengî hebin lê divê aştî neyê astengkirin. Çiqas berdewam dike bile bike, girîng e ku bidome. Ez spasiya her du aliyan dikim ku rewşekî aştiyane ava kirine. Em Serok Ocalan pîroz dikin. Ji ber ku ji bo cîbicîkirina aştiyê ew kelecan nîşan dane, ji ber ku ji bo pêkvejiyanê ew îrade nîşan daye. Em dizanin ku pêşeroj dê li ser aştiyê were avakirin.”                                  

Sernavên din

06/12/2025
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin